7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ebdî: Erdogan bi hesabên hilbijartinê êrîş dike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku Erdogan ji bo ku hesabên hilbijartinê dike êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji Ronahî TV’yê re axivî û anî ziman ku roja şemiyê ji saet 22:00’an pê ve ji Şehbayê heta Dêrikê gelek herêmên rojava bi balafirên şer hatin bombekirin.

Fermandar Mazlûm Ebdî, diyar kir ku erîş li ser nuqteyên sivîl û leşkerî hatine kirin û wiha got: Li hemberî nuqteyên hêzên me û yên dewleta Sûriyeyê êrîş hatin kirin. Hin şehîd û birîndarên me hene. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, wê êrîş demeke din dewam bike. Aşkera ye ku ti eleqeya me bi êrîşa terorîst a li Stenbolê re nîne. Cîhan tev bi vê zane. Eleqeya ti aliyekî kurd bi êrîşeke terorîst a li hemberî sivîlan re nîne. Ev lîstik bûyereke îstîxbarata tirk e. Bi destê çeteyên bi dewleta tirk girêdayîne hatiye kirin. Dixwazin ku hêzên me bi vê êrîşê re sûcdar bikin. Bila her kes bizanibe ku êrîşên niha têne kirin, saleke amadekariya wan hatiye kirin. Dewleta tirk bi êrîşa li Stenbolê ji xwe re kir hincet û niha jî êrîş dike.”

‘Êrîş lîstika Erdogan e’

Ebdî, destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze tolê ji gelên rojava û destkeftiyan hilîne, dixwaze herêmê vala bike û ev tişt anî ziman: “Ev jî lîstikeke Erdogan a ji bo hilbijartinê ye. Bi êrîşên bi vî rengî ti carî nikarin îradeya me bişkînin. Hêzên me ji van êrîşan re amade bûn. Lewma em ne bawerin ku bikaribin zirareke mezin bidin hêzên me. Lê belê heke dewleta tirk êrîşan dewam bike, wê her kes zirarê ji vê yekê bibîne. Em naxwazin şerekî mezin rû bide. Lê belê dewleta tirk heke di şerê dijî me de israr bike, em ji berxwedaneke mezin re amade ne. Şer wê tenê li vir nemîne, wê li her derê belav bibe û bandorê li her kesî bike. Em bang li her kesên pêwendîdar dikin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin û êrîşên hovane yên dewleta tirk rawestînin.”

Liv û tevgera bejahî nîne

Di dawiya axaftina xwe de Ebdî ev tişt anî ziman: “Li gorî agahiyên ku gihîştine me, bombardiman wê hinekî din jî berdewam bike. Di rewşa heyî de liv û tevgereke bejahî ya dewleta tirk nîne. Me jî ji aliyê leşkerî ve tedbîrên xwe wergirtine. Lê belê ji bo gelê me zirarê nebîne divê li gorî biryarên ewlekariyê tevbigerin.”