19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewleta tirk dixwaze Sûriyeyê bi gişî bixe destên xwe’

Bêrîvan Xalid bang li xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û got: “Em ê bi hev re van êrîşan pûç bikin. Em destkeftiyên şehîdên xwe, ne ji dewleta Tirk re ne jî terora DAÎŞ’ê re nahêlin.”

Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, li ser êrîşên hewayî yên ku dewleta tirk şeva 19’ê Mijdarê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Xalid diyar kir ku ji Şoreşa Rojava û vir ve, dewleta tirk êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Rojek jî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser herêmê nesekinîne. Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab û Ezaz hatin dagirkirin. Bi êrîşên ku dewam dikin dixwazin berfirehtir bikin. Mixabin meha Mijdarê de careke din dewleta Tirk li xwarina gefan li herêma me dewam dike.”

‘Dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin’

Xalid bal kişand ser sûcên şer ên dewleta tirk û wiha pê de çû: “Dewleta tirk, bi êrîşên niha û êrîşên berê, gelek sûcên şer kirin. Êrîşê sivîlan û binesaziyan hat kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcê şer dikin. Her kes dizane ku wê ev êrîş bibin sedema krîza mirovî. Polîtîkaya qirkirina xelkê herêmê tê birêvebirin. Bi van êrîşan dixwazin ku çavên gelê me bitirsînin da ku herêm ji mirovan xalî bibe.”

‘Bertekên li dijî komkujiya Dêrikê lewaz bûn’

Xalid bal kişand bi ser bêdengiya hêzên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bertekên li dijî komkujiya Dêrikê bê bandor bûn. Li herêmê ne bi tenê dewleta Tirk êrîşê me kir. Em bi rû bi rûyê hovîtiya DAÎŞ’ê jî bûn. Me herêm û cîhan ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xelkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêm ji DAÎŞ’ê parast û cîhan jî ji terorê paqij kir. Yên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, îro rû bi rûyê terora dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ne, lê cîhan hêj dengê xwe nake. Bi deh hezaran kes ji bo cîhanê û herêmê ji terorê rizgar bikin, canê xwe feda kirin. Tevî ewqas fedakariyê kes dengê xwe nake.”

‘Bi tenê gelê me li herêmê xwedî derket’

Xalid îşaret bi bertekên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrîşan kir û ev tişt gotin: “Yên ku xwedî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin, bi tenê gel in. Gelê me van êrîşan qebûl nake. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Ermen û Çerkez ji dema Şoreşa Rojava û vir ve xwedî helwest in, di soza parastina herêmê de bi israr û biryar in. Me Rêveberiya Xweser jî helwesta xwe eşkere kir. Em destûr nadin ku kes dest dirêjê destkeftiyên şehîdên me û Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em ê Şoreşa Rojava bibin serî û wê û Şoreşa Rojava bibe modelek ji bo Sûriyeyê.”

‘Emê êrîşan pûç bikin’