6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şam: Artêşa me Xelîfeyê DAIŞ’ê kuşt

Li gorî wan çavkaniyên ewlekariya Sûriyeyê ew di operasyona artêşa Sûriyeyê ya bi navê Casim ya di 15 cotmehê de hatiye kuştin

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyeyê SANA xelîfeyê sêyemîn yê DAIŞ’ê Ebû Hesen Haşimî Quraşî beriya nêzî meh û nîvekê ji alî artêşa Sûriye û şervanên xwecih li başûrê Sûriyeyê hatiye kuştin.

Roja çarşema borî rêxistina DAIŞ’ê dabû xuyakirin ku Haşimî Quraşî hatiye kuştin lê cih û dîroka kuştina wî nedabû xuyakirin. Lê Wshingtonê dabû xuyakirin ku di nîvê meha cotmehê de li başûrê Sûriyeyê hatiye kuştin.

Her wiha Reuters dabû xuyakirin ku ev cara pêşî ye ku lîderekî DAIŞ’ê ne bi tevlêbûna Hêzên Koalisyonê yên bi serkêşiya Amerîkayê tê kuştin.

Haşimî Quraşî navê wî yê rast Abdurehman El Iraqî û bi navê Seyf Bexdad dihate naskirin. Li gorî wan çavkaniyên ewlekariya Sûriyeyê ew di operasyona artêşa Sûriyeyê ya bi navê Casim ya di 15 cotmehê de hatiye kuştin û hin şervanên xwecihî jî tev li wê operasyona li Derayê bûne.