18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin

8 aktîvîstên TJA’yê ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de anîn Edliyeya Enqereyê hatin girtin 13 jin jî bi şertê hebsa malê hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de heta niha 20 jin hatine binçavkirin. Jinên ku piştî 4 rojan karûbarên îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bûn, îro anîn Edliyeya Enqereyê. Kirariyên îfadeyan ên ji aliyê 12 dozgerên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin peywîrdarkirin ve hatin wergirtin, piştî 11 saetan qediyan.

8 jin hatin girtin

Dozgeriyê Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Hatîce Gungor, Hulya Kinagû, û Gulistan Dehşet ên bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebat kirin” îfadeyên wan wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.  Dadgehê her 8 jin girtin.

Ji 13 jinan re hebsa malê hat dayîn

Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Zeynep Boga, Sûltan Esen, Meral Şîmşek, D.A. û Hazal Aras, Merve Tekîn Demîrel, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş, Tamcîhan Çelebî û Hatîce Ay a ji Amedê bi SEGBÎS’ê îfade dan û bi şertê hebsa malê hatin berdan.