4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya bersiva şertên DYA’yê yên ji bo diyalogê da

Joe Biden gotibû ku bi şertê Rûsyayê leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne ew hingê dikare bi serokê wê Vlademîr Putîn re hevdîtinê bike

Moskovayê şertên ku Serokê Amerîka Joe Biden ragihandibû, ji bo hevdîtina bi Vladimir Putîn re red kirin.  Joe Biden gotibû ku bi şertê Rûsyayê leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne ew hingê dikare bi serokê wê Vlademîr Putîn re hevdîtinê bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov der barê bersiva Moskovayê de wiha got: “Biden di pratîkê de got ku heta ku Pûtîn ji Ukraynayê dernekeve muzakere ne mumkin in,Moskovayê jî vê yekê bi temamî red dike “.

Li gorî ajansa France Pressê Berdevkê Kremlînê Peskov bal kişand ser operasyona li dijî Ukraynayê û wiha got: “operasyonên leşkerî berdewam in”.

Her wiha Peskov bal kişandiye ser wê yekê ku madem Amerîkayê deverên ku Rûsyayê xistiye bin kontrola xwe nas nake, ev yek jî dibe kelem li pêşberî lihevhatinekê di navbera herdu welatan de.

Hêjayî gotinê ye ku têkliya di navbera Putîn û Biden de gihabû wê radeyê ku Biden ew wekî ‘kujer’ bi nav kir. Her wiha herdu serokan tenê di sala 2021’ê de carekê li Swîsreyê hevdîtin kirine.