18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Divê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna Meclisa Partiyê aşkera kir û diyar kir ku divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encama civînên xwe yên di 30’ê mijdarê û 1’ê kanûnê de li dar xistine aşkera kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku Meclisa Partiyê ya HDP’ê di pêvajoyeke awarte de li hev civiya ye, rojeva welêt û herêmê bi berfirehî nirxandiye û destnîşan kiriye ku li dijî krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, ji bo çareseriyên rasteqîn ên bi kêrî gel tê, divê têkoşîna demokrasiyê bê geşkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojeva desthilatdariyê polîtîkaya ji bo nixumandina rojeva rasteqîn a gel e û wiha hat gotin: “Polîtîkaya sereke jî planên şer e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo mayîndekirina desthilatdariya xwe li pey şer e. Ji bo vê jî li hundir û derve şer giran dike, rageşiyê, polîtîkayên dijminatiyê û şer mezin dike, bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Tevî ku tê sûcdarkirin ku li xaka Rêveberiya Xweser a Kurdistanê di şer de sûcê şer kiriye, bombeya ji aliyê hêzên tarî ve li Kolana Îstîklalê ve hat teqandin ji xwe re kir hincetek ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelek agahiyên têkildarî êrîşa li Taksîmê ji aliyê desthilatdariyê ve têne nixumandin û veşartin. Ev senaryoya tarî ji bo talankirina paşerojê ye. Li hemberî siyaseta şer a desthilatdariyê, muxalefet jî nikare sekneke demokratîk nîşan bide û ji desthilatdariyê re dibe palpişt ku bikaribe temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.

Dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne

Feraseta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijberî û dijminatiya li kurdan e. Armanca desthilatdariyê ew e ku kurdan bêstatu bihêle û destkeftiyên kurdan tune bike. Bi operasyoneke bejahî re ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya wê tê kirin, dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne ku ev şoreş bûye hêviya gelan, weke şoreşa jinan bûye malê gelan hemûyan.”

Senaryoya tarî dixin dewrê de

Meclisa Partiya me destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van lîstikên qirêj, bi mezinkirina tundiyê û polîtîkaya rageşî û şer a li welêt û derveyî welêt, dixwaze piştgiriyê ji civakê werbigire. Ji bo nerazîbûna civakî û muxalefet bê tepisandin, senaryoyeke qirêj û tarî dixe dewrê. Li ser vê bingehê dixwaze ku di sedsala duyemîn a Komarê de kurdan li derveyî siyaset û jiyanê bihêlin, bindestan li derveyî siyaseta demokratîk bihêlin.”

Tecrîd pêşiya aştiyê ye

Di encamnameya civînê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hat kirin û wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi israra xwe ya li ser tecrîda li Îmraliyê polîtîkayên şer girantir dike, dixwaze pirsgirêka kurd bêçareserî bihêle û herêmê bixe nava kaosê. Armanca polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan ev e. Tecrîd li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî ye.

Divê CPT berpirsiyariya xwe bi cih bîne

Di bin Rejîma Taybet a Îmraliyê de ku li derveyî mafên qanûnî û destûra bingehîn e, ji mafên herî bingehîn bêpar tê hiştin. Abdullah Ocalan ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve nêzî du sal in nikare parêzerên xwe û malbata xwe bibîne, ji cîhanê hatiye tecrîdkirin û têkiliya pê re hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê nayê dayîn. Serlêdana hevserokên me û parlementerên me ya ji bo hevdîtinê bêbersiv hatiye hiştin. Li aliyê din parêzeran diyar kirin ku ji rayedaren CPT’yê yên serdana Îmraliyê kirine li ser rewşa muwekîlên xwe agahî xwestine, lê bersiveke têrker nedane wan. Pêknehatina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi CPT’yê re û helwesta CPT’yê ya ku ti agahiyê nade parêzeran, dibe sedema hin pirsan. Divê desthilatdarî têkildarî vê rewşê tavilê daxuyaniyekê bide, bike ku parêzer û heyetên serbixwe bikaribin bi lez hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Di heman demê de divê CPT tavilê daxuyaniyê bide û agahiyê bide raya giştî. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”