17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk êrîşî stasyona avê ya Kobanê kir

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û stasyona avê ya li gundê Şêxler a Jorîn ê Kobanê kir hedef.

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 19’ê mijarê de dabû destpêkirin, didomîne. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dewleta tirk êrîşê karkerên li stasyona avê ya gundê Şêxlera Jorîn a rojavayê Kobanê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn û wesayitek jî hate rûxandin.

Her wiha ji ber êrîşêxesareke mezin gihîşt stasyona avê.

Karkerên ku di êrîşê de birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Kobanê navê wan wiha ne; Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48) û Muslim Hemo (55).