20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armancên biryara cezakirina Îmamoglû

Destilasta AKP-MHP’ê ku ji ber polîtîkayên dimeşînin li ber hilweşandinê ne. Lê vê rewşa xwe qebûl nakin û bi rê û rêbazên cuda xebatên xwe yên ji bo serkeftina hilbijartinê didomînin.

Di meha mijdarê de bi vê armancê bi senaryoyek neserkeftî li Stenbolê teqînek pêk anîn û bi hinceta vê êrîşê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke mezin a hewayî dan destpêkirin. Bi vê êrîşî starta xebatên xwe yên hilbijartinê jî dan destpêkirin.

Her wiha ji bo ku serkeftina xwe mayîn de bikin xwestin bi bejahiyê ve jî li dijî herêmê êrîşeke bidin destpêkirin lê heta niha di vê mijarê de bi serneketine. Ligel vê yekê jî gefên xwe yên vê der barê de didomînin û ji bo ku êrîşeke bi vî rengî bidine destpêkirin hewldanên wan ên dîplomatîk berdewam dikin. Piştî ku vê mexsada xwe bi dest nexistin, li Stenbolê li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi heman armancî xebateke hilbijartinê dan destpêkirin.

Artêş û daraz

Danişîna doza ku bi angaşta “heqaretê” li endamên Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiriye li Îmamoglû hatibû vekirin li Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de 2 sal û 7 meh û 15 ceza li Îmamoglû hat birîn. Cezayê ku li Îmamoglû hatiye birîn ne cezayek teqez e. Ji bo ku ev ceza teqez bibe divê pêvajoya dadgeha îstinafê û Dadgeha Bilind jî temam bibe. Piştî van pêvajoya heke cezayê Îmamoglû temam bibe wê siyaset lê bê xedexekirin û ji peywirê bê girtin.

Pir aşkera li holê ye ku AKP-MHP bi artêş û daraza tirk xebatên hilbijartinê didine meşandin û dixwazin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê AKP-MHP’ê armanc kirin ku pêşî li nêzîkbûna muxalefeta (Maseya Şeş Alî) ya kurdan bigirin û eniye berfireh a muxalefetê ya li dijî wan neyê avakirin. Bi biryara Îmamoglû jî dixwazin nîqaş bikin nav “Maseya Şeş Alî” û hevrikê Serokkomariyê yê derkeve pêşberî Erdogan diyar bikin.

AKP-MHP her çiqas heta niha di armanca xwe ya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi serneketin jî wisa diyar e ku di armanca xwe ya Îmamoglû de bi ser ketine. Keda ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû çend sal in dide di hedefa wan de ye. Bi tabloya piştî biryarê derket holê ku di serî de Îmamoglû hin aliyên “Maseya Şeş Alî” jî biryarê gelek kêfxweş in. Lewre di kêliyên destpêkê de qala armanc û hedefên xwe yên pêşerojê yên li ser keda Kiliçdaroglû kirin.

Li dijî xwe jî dixebite!

Çûna Kiliçdaroglû ya Almanyayê jî girêdayî vê planê ye; bi vê planê aşkera bû ku “Maseya Şeş Alî” bi qasî li dijî AKP-MHP’ê têdikoşe ewqas zêdetir jî li dijî hev dixebite. Di vê derbarê de di nav CHP’ê de jî pirsgirêk hene.

Heke ku pirsgirêk tunebûna wê di roja ku dozeke wiha girîng a der barê şaredarê wî yê ku li Tirkiyeyê bû rojev bihata dîtin de wê Kiliçdaroglû neşandina Almanyayê û li pişt wî wê van dek û dolaban negerandina. Tişta ku ji bo vê rewşê bê gotin ev e; niyeta ne ji bo xêrê wê neçe serî. Wê hê ayikên dijminatiya kurdan jî di çavên wan de bên!