17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir binçav kir

Di serî de Amed li gelek bajaran polisan bi ser avahiyên DBP’ê û malên rêveberên wê de girt. Di serdegirtinan de Di serdegirtinan de polisann Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek rêveberan binçav kirin.

Li bakurê Kurdistanê pêla binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên kurd didome. Vê sibehê polîsan bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malên rêveberên wê de girtin. Polîsan serê sibehê zû avêt ser Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ku li Amedê ye. Lêgerîna polîsan a li avahiyê didome.

Polîsan avêt ser mala Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştre Bayindir kirin binçavan. Di kêliya ku Bayindir ji avahiyê derdixistin, Bayindir îşareta serkeftinê nîşan da lê polîs destê wî anîn xwarê. Hat zanîn ku Bayindir birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Şandeya HDP’ê çû DBP’ê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Îmam Taşçier û Feleknas Ûca derbasî Buroya Şêwra Navenda Giştî ya DBP’ê ku lêgerîn lê didome bûn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy jî li ber avahiyê disekinin.

Deriyên avahiyê hatin şikandin

Her wiha polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Balgata Enqereyê de jî girtin. Polîsan der barê lêpirsînê de agahî nedan û derdora avahiya DBP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan didome.

Polîsan li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Riha û Dîlokê jî avêtin ser avahiyên DBP’ê û di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin.

Hevserokên bajaran jî binçav kirin

Li gorî zanyariyên li ber destan; Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarêy a Amedê ve hatiye destpêkirin û tê gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hat zanîn ku siyasetmedarên hatine binçavkirin dê bînin Amedê.