2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Fermî biryara Semra Guzel weşand

Biryara xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku beriya niha destnedayîna wê hatibû rakirin û hatibû girtin, duh li Lijneya Giştî ya Meclîsê bi dengê parlamenterên AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê parlamenteriya wê hat xistin. Ev biryara der barê Guzel de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Biryar wiha ye: “Parlamentera Amedê Semra Guzel di sala 2022’yan de beyî ku hincetek nîşan bide û destûr bigire 5 jê meha hezîran bi giştî tev li şeş rûniştinên Lijneya Giştî nebûye. Ji ber vê sedemê rapora ku li gorî xala 84’an a Destûra Bingehîn û xala 134’emîn a rêziknameya navxweyî ji bo xistina parlamenteriya wê ji aliyê Komîsyona Têkel ku ji endamên komîsyonên Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê ve hat amadekirin, di 22’yê kanûna 2022’yan de li 43’yemîn runîştina Lijneya Giştî ya Meclîsê hat erêkirin.”