17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP: Hûn ê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne nebîni

DBP’ê bi parvekirinekê bertek nîşanî binçavkirina Keskîn Bayindir da û got: “Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebînin.”

Di saetên serê sibehê de Navenda Giştî jî di nav de polisan bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên gelek bajaran de girtin. Polisan di van serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevserokên bajaran û gelek rêveber binçav kirin. Di kêliyên binçavkirina xwe de dema ku Bayindir îşareta serkeftinê kir polîsan ew asteng kirin. Her wiha dema ku polisan Bayindir li wesayîtê siwar kirin xwestin serê wî bitewînin lê Bayindir li ber xwe da û nehişt serê wî bê tewandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di kêliya binçavkirinê de nerazîbûn nîşanî vê nêzikbûna polisan da û got: “Hûn Hevserokek Giştî yê partiyekî dikin binçavan, aram bin.”

DBP’ê têkildarî kêliya binçavkirina Keskîn Bayindir dîmen li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û wiha nerazîbûn nîşan da: “We gelek caran ceriband ku hûn nikarin me bi operasyonên qirkirina siyasî, binçavkirin û girtinan bitepisînin. Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebînin. Wê temenê siyaseta we têra vê neke.”