4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşandana ‘Rengên me ji çekên we bihêztir in’

Li Kobanê pêşangeha wêneyan bi diruşma "Rengên me ji dengên çekên we bi hêztir in" tê lidarxistin.

Li Kobanê 15 jinên wênesaz bi 60 tabloyên xwe yên cihêreng beşdarî pêşangeha wênesaziyê ya Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya herêma Firatê ya sêyemîn bûn.  Pêşangehê bi navê Panorama Rojava di bin dirûşmeya “Rengên me ji dengên çekên we bihêztir in” dest pê kir.

Di tabloyan de pêşengên kurdan, dayik û jinên kurd, her wiha gelek mijarên girêdayî Kobanê weke mûzexane, koçberî û goristana Şehîd Dicle, xwezaya bêdeng hatin vegotin.

Cîhan Şahîn bi wêneyên Qazî Mihemed, Şêx Seyîd, Yilmaz Guney û Jîna Emînî bala beşdarên pêşendanê kişand. Şahîn der barê wêneyê Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên rejîmê ve hatibû kuştin, xêz kir de ev tişt anî ziman: “ Îsal ez bi çar tabloyên cuda tev li pêşandanê bûm. Mijara wêneyên min Xwezaya Bêdeng, kesayet û pêşengên kurd Qazî Mihemed, Şêx Seyîd, Yilmaz Guney û Jîna Emînî ne. Min xwest ku ez di rojeke bi vî rengî de pêşengên me yên kurd bi bîr bînim. Ji bo tabloya Jîna Emînî jî, ez weke kesayet gelek pê bandor bûm û min xwest ez bi vê rêbazê piştgiriyê bidim serhildana jinên rojhilatê Kurdistanê.  Bi vê boneyê ez dibêjim ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û em pêşangeha xwe diyarî jinên rojhilatê Kurdistanê dikin.”