3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk gundewarê Eyn Îsayê tobparan dike

Dewleta tirk rêya M4 û gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike û ji duh de bênavber li dijî Şehba, Minbic û gundewarê Efrînê êrîşên bi balafirên bêmirov pêk tên

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê yê ku li herêmê ye ragihand ku dewleta tirk rêya M4 ya û gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Her wiha wekî nûçeya lezgîn di kanala Medya Haber’ê de derbas bû rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de jî tê topebarankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji duh de êrîşên li dijî herêma Şehbayê jî didomin û îro serê sibehê êrîş li dijî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî pêk hat û di encamê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Şehbayê jî xaleke leşkerî ya leşkerên rejîma Şamê jî bi balafirên bêmirov hate topebarankirin û di encamê de 5 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan.