3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Huner çi ye, ji bo çi tê kirin?

Pirsa huner çi ye, ji berê ve tê pirsîn. Pirs yek e lê bersiv cur bi cur û pirreng in. Bersiva vê pirsê her kes li gorî nêrîn, feraset û şîroveya xwe ya çawa û bi çi çavî li dinyayê dinêre, dide.

Li gorî hinekan huner ji bo huner e. Takekes çi bike, çawa bike divê tenê prensîpên hunerê li ber çavan bigire. Divê hunerê li ser her tiştî bigire, tenê ji bo bedewkarî, ciwankariyê bike ku xwe û mêjiyê xwe têr bike. Civak na, kes girîng e, divê zewq, ecibandin, têrbûna mêjî û hwd li pêş bin.

Li gorî hin kesan jî huner ji bo civakê ye. Civak rastiya heyî ye, divê huner wê rastiyê bikaribe vebêje; lê hûr be, kûr be, rastiya civakê bi riya hunerê, bi ciwankariyê careke din vegerîne û diyarî civakê bike. Manewiyata civakê xurt û asta civakê bilind bike.

Li gorî kîjan nêrîne be bila bibe huner wêneyekî dikişîne ango diafirîne. Muzîk be, şano be, peykertiraşî be, wênexêzî be ev rastî naguhere. Lê her kes li gorî fikir û ramanên xwe wî wêneyî bi beden dike. Kirasê di serê xwe de li berhema xwe ya dest avêtiye, dike. Pîştî Pîcasso wêneyê xwe yê navdar Guernîca çêkiriye jê pirsîne, ‘Te çi çêkiriye em jê fêm nakin?’ Pîcasso gotiye,  ‘Na, ev berhemê we ye we çêkiriye, tenê min xêz kiriye’. Binêrin jixwe fikrek li ser Guernîca heye lê Pîcasso bi vê gotinê fikra xwe tercume kiriye. Kî, çawa li dinyayê dinêre û şîrove dike, wisa jî zimanê vegotina berhema xwe derdixe rastê. Her hunermend carinan derd-keserekê, carinan dilxweşiyekê, carinan peyamekê digihîne kesên eleqedar. Hûn li serdema ronesansê dinêrin peykertraşî û wênexêzî derketiye pêş, li serdema ronakîbûnê şano xwe dide nişan. Em tên serdema piştî şoreşa Fransayê muzîka klasik weke şirikê diherike.

Berhemên her serdemê ji civaka tê de qewimiye parçeyekî bi zimanê hunerê dihewîne. Em şopa her serdemeke borî di berhemên wê de dibînin. Yanî huner şopa xwe di serdeman de mohr dike.

Tiştê ku ez li ser hunerê fikirandim û bû sedem ku ez vê gotarê binivîsim nûçeya li ser klîpa ‘Li Herî Jorê’ bû. Kesê li ser stran û klîpê bi rojnameya Xwebûnê re axivîbû li ser navê Hunergeha Welat Serxwebûn Zeyno gelek nêrînên balkêş derpêş kiribûn. Bala min kişand û bi rastî jî li ser vê mijarê dam fikirandin û ez li ser rawestiyam.

Nêrînên Sexwebûn Zeyno diyar kirine gelek balkêş in, mirovan li ser van nêrînan dide fikirandin. Ji bo nîqaşa min li jor anî ziman jî bersivan di binyata xwe de dihewîne. Zeyno li ser klip û strana ‘Li Herî Jorê’ axiviye. Klîp û strana ‘Li Herî Jorê’ ji bo bîranên sê cangoriyan; Esmer, Botan, Meyman hatiye diyarîkirin. Her çiqas li ser sê cangoriyan nêrîn derpêş kiribin jî bi giştî bi çi persktîfê li hunerê dinerin vegotiye.

Zeyno wiha dibêje: “Ew çîrokên bêhempa yên ku hemû cîhan bi çavê xwe dibîne, di hemû dinyayê de her kes lehengên xwe, efsaneyên xwe bi şêwazeke nivîskî û bi devkî û bi hunerî tîne ziman lê em tenê li ser wan çîrokên xwe yên di dîrokê de mane, çîrokên xwe yên dengbêjan tenê mane, em dixwazin ev lehengtî û efsaneyên ku niha pêk tên bînin ber çavên civaka xwe.”

Di vê nêrînê pir zelal xuya dike ku kirdeya hunera ku diafirînin kes nîn e, civak e. Rast e, sê kes-cangorî hene. Lê di şexsê sê cangoriyan de civakek tê nimandin. Derd û keserên civakê, xem û xeyalên civakê, nêrîn û dîtinên civakê, hêvî û hesretên civakê, lehengî û berxwedanên civakê tên honandin. Wan hêmayan dîsa bi bîra civakê dixe ku dinya alem wiha dike, em jî manewiyata civaka xwe bi hunerê biparêzin.

Em mêze dikin ku di van nêrînan de fikir û ramaneke kolektîf heye. Xema hunermend li ser civaka di nav de dijî, ji her tiştên wê haydar e, ye. Di nav darıstanekê de dareke xweşik an jî balkêş nake mijara xwe; stran, (ji bo wêne, peyker, şano û her çi be jî derbas dibe), bi darekê daristanekê tîne ziman û derûniya mirovan de bi riya hunerê nemir dike. Jixwe peywira hunerê jî tiştekî wisa ye.

Zeyno nêrînên xwe kurtir dike û ji civakê re gelek tiştan dibêje, “Hunergeha Welat encama şoreşê ye, daxwaziya hunergehê ew e ku hedef û armancên vê şoreşê yên çandî û fikirî bi cih bîne. Yek ji projeyên hunergehê pêkhateyên Rojava ne, ne tenê li ser zimanê kurdî dixebite her wiha li ser ziman û çandên cuda jî dixebite da ku reseniya wan biparêze, jê zêdetir hunergeh li ser sekn û avakirina endamên xwe bi rengekî dirust da ku temsîla çand û hunera vî welatî bike. Jê zêdetir hunergeh çavên wê li çiyayê Kurdistanê ye û her daxwaz û armanca wê ew e ku giyanê şehîdan û berxwedana wan hevalan her dem bîne ziman û her bike berhem”.

Tiştê di vê paragrafê de hatiye derbirîn felsefeyeke hedefa wê pir zelal û zindî ye. Civaka ew endamê wê ye, zindî ye, li ser piyan e, ji bo rûmeta xwe têdikoşe û bedelan dide. Hunermend dibêje ez ê vê rewşê bi qabiliyet û pêciriya xwe resm bikim. Ez ê her rengê dînamîzma vî welatî bi hunerê ji nû ve berhilînim, biafirînim; çi pêkhateyên cuda, çi têkoşîn çiyan, çi cangoriyên wê ez ê bi hunerê bê mirin bikim.

Pîcasso Guernîca çêkir li mêjiyê dinyayê qetliyama faşîzma Franko kola. Ne ji bo xwe tatmîn bike, ji bo qetliyameke lenetî civakê hişyar bike, nede jibîrkirin. Şekspîr bi şanoyên xwe, soneyên xwe gelek pirsgirêkên dewlet û cîvaka Îngilistanê aniye ziman û rexne lê kiriye, bi sedan salan e ne tenê Îngilistan hemû dinya ji hunera wî sud werdigire.

Weke encam huner ji bo civakê ye. Eger xem, keser, hêvî û jiyana civakê bi riya hunerê bê mohrkirin roleke kêrhatî pêk tîne. Hunera tenê ji bo takekes û tenê ji bo hunerê rola pêşketine nalîze, teng e û bê wate ye.

Weke mînak cereyana surrealîzm û varyantên mîna wê takekesî ne, hunerê ji bo hunerê û ji bo derûniya xwe çêdikin. Ne kêrhatî ne û bi demê re qels û winda dibin.  Divê huner jinûveafirandina civakê bihewîne, xizmeta wê bike. Ji civakê bigire, bi fikren xwe biguherîne, teşeyekî bidê û dîsa li civakê vegerîne. Hunera nemir ew e ku xîtabî civakê dike, xwe bîra civakê de dikole pê re asta civakê bilind dike.