6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk li Eyn Îsayê komkujî pêk anî

Dewleta tirk li Eyn Îsayê komkujî pêk anî û ji heman malbatê 3 kes kuşt û 3 kes jî birîndar kirin.

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomîne. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk duh êrîşî gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kir. Di êrîşê de dewleta tirk gund topbaran kir û komkujî pêk anî. Di encama topbaranê de ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşê de zarokên bi navê Hîba El Xelawî (10) û Ebdullah (3) û dapîra wan Doza (60) jiyana xwe ji dest dan û her wiha zarokên bi navê Melek (12) û Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) jî birîndar bûn.

Dewleta tirk beriya niha jî li gundewarê navçeya Eyn Îsayê 5 komkujî pêk anîbûn û di van komkujiyan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî daneyan, ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî (2019) ve ji ber êrişên dewleta tirk û çeteyên wê de li eniyên şer ên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê 118 kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.