3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk çoltarê Elkê bombebaran kir

Artêşa tirk çoltara gundê Bilbêsê bi helîkopter û balafirên şer bombebaran kir.

Operasyonên leşkerî yên artêşa tirk ên li bakurê Kurdistanê didomin. Walîtiya Şirnexê, di 29’ê tîrmehê de li gundê Bilbês ê navçeya Elkê ya Şirnexê derketina derve qedexe kiribû û operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Tevî ku qedexe di 4’ê tebaxê de hat rakirin jî operasyona leşkerî ya li gund didome.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) dayue, îro di saetên serê sibehê de artêşa tirk çoltara gundê Bilbêsê bi helîkopter û balafirên şer bombebaran kir. Çoltara gund du caran ji hêla balafirên şer ên F-16’an ve hate bombebarankirin. Piştre jî helîkopteran herêmê bombebaran kir.

Hat zanîn ku li çoltarê gund di navbera leşker û HPG’iyan de şer derketiye.

Şêniyên gund ji ber êrişan bifikar in û gotin ku destûr nayê dayîn derkevin derve. Gundiyan bang li siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan kirin ku şandeyekê bişînin herêmê.