17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tayînkirina Sûltanoglû yê tecawizkar şermezar kirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, tayînkirina Asim Sûltanoglû, ku ji ber tecawiza li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, ya Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê şermezar kir.

Di sala 2016’an de li Karamanê di Weqfa Ensarê de 45 zarokên kur hatibûn îstîsmarkirin. Di doza Weqfa Ensarê de ji 3 rêveberên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin yek jê jî Asim Sûltanoglû bû. Sûltanoglû, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina Sûltanoglû didomin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ji bo protestokirina tayînkirina Sûltanoglû li pêşiya avahiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê ya li Taxa Ertûgrûlgazî ya navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Li gel pêkhateyên platformê, her wiha nûnerên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê jî tev li bûn.

Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Rihayê Kemal Yuksekkaya axivî û wiha got: “Hewl didin cînayetên jinan, tacîz û îstîsmarkirina zarokan weke tiştekî asayî nîşan bidin. Navê Sûltanoglû di dozeke ji ber îstîsmarkirina zarokan hatiye vekirin de derbas dibe. Ji ber bertekên hatine nîşandan, nehiştin Sûltanoglû bibe Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya bajarên Mereş û Bursayê. Gelo çi sedema hiqûqî heye ku ev kesê weqfên tawanbarên îstîsmarê diparêze û peywira xwe binpê dike karê xwe didomîne? Ev kes li Mereş û Bursayê hatibû tayînkirin lê çima tayîna wî hate betalkirin? Madem wisa ye, bi kîjan sedemê tayînî Rihayê hate kirin? Em vê tayînê rast nabînin û weke platformê dixwazin ku tayîna wî tavilê bê betalkirin.”

Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş jî diyar kir ku ew wê zîhniyeta ev kes tayînî Rihayê kiriye şermezar dikin û wiha pê de çû: “Ji vê saetê û şûnde tu ewlehiya canê zarokên me nîne. Şandina vê zîhniyetê ya li bajarê me, polîtîkayeke dewletê ye. Tavilê dev ji vê ferasetê berdin. Em vî şexsî li bajarê xwe naxwazin. Divê tayîna wî tavilê were sekinandin û kesekî biliyaqet were tayînkirin.”

Beşdaran piştî daxuyaniyê tacegula reş reş danîn pêşiya avahiya midûriyetê û çalakî bi dawî bû.