2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk li Ranyayê bombe li sivîlan barand

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta tirk li nêzî gundê Boskênî bombe li sivîlan barand û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn her wiha dewleta tirk li Şehbayê jî êrîşî gundê Zîwanê kir

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta tirk li herêma Raperînê li nêzî gundê Boskênî yê navçeya Ranyayê bombe li sivîlan barand.

Rêveberê bajarokê gundê Boskênî Serhed Resul derbarê êrişê ji Rojnewsê re axivî û got, “Danê nîvro dewleta tirk bi rêya balafira bê mirov navenda gund bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.”

Cihê hatî bombebaran kir navenda gunde û li nêzî dikan û malên şêniyên herêmê ye. Li gorî agahiyan ji her 3 kesên birîndar bûne du ji wan karker in.

Di encama êrîşê de malên gund jî ziyan dîtin, pencere û deriyên malên şêniyên herêmê şikestin.

Rêveberê Tenduristiya Giştî ya Ranyayê Ferman Ehmed jî got, heya niha du birîndar ku karker bûn, rakirine nexweşxaneyê.

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê balefirên dewleta tirk îro gundên Zîwanê yê girêdayî kantona Şehbayê topbaran kir lê agahiyên der barê ziyanên vê êrîşê de nehatin parvekirin.