28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê 13 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed dîl girtiye

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku PDK’ê ew revandiye, 13 rojin agahî nayê girtin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku PDK’ê ew revandiye, 13 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. Nûnerên ROJNEWS’ê anî ziman ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Ehmed berpirse.

Edîtorê beşa Erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 13 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wan ew revandiye.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite. Nûnerên Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin û gotin: “Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê me Silêman Ehmed berpirse.”