12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êzidî vedigerin Şengalê

Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand ku 487 koçberên êzidî ji kampên koçberiyê yên Başûrê Kurdistanê vegeriyan warê xwe Şengalê

Wezîra Koç û Koçberiyê ya Iraqê Îvan Fayîq Cabiro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 487 koçberên êzidî bi dilxwazî ji kampa Şarya ya li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê vegeriyane warê xwe Şengalê ya girêdayî parêzgeha Nînovayê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku vegera koçberan bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberiyê ya şaxê parêzgeha Nînovayê, hêzên ewlekariyê, hikumetên xwecih ên her du parêzgehan û Fermandariya Operasyonên Hevbeş re pêk hatiye.

Îvanê eşkere kir ku dê vegera dilxwazî ya koçberên li kampên Dihokê bo Şengalê dewam bike.