7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger li rojnamevan Kanbal dozek nû vekir

Dozger li nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal bi îdiaya “propaganda rêxistinê” dozek nû vekir. Dozger di angaştnameyê de wêneyek ku nehatiye parvekirin, mîna ku hatibe parvekirin nîşan da

Polîsan di 6’ê cotmehê de bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de girt û binçav kiribûn. Piştî îfadeyê serbest berdan. Lêpirsîna der barê Kanbal de temam bû. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, angaştnameya ku dozger bi tawanbariya “propaganda rêxistinê kiriye” amade kir qebûl kir. Îdianame ji rûpelekê pêk tê. Di îdianameyê de nûçeyek li ser hesabê Ajansa Mezopotamya (MA) yê X’ê ku ji nû ve parve kiriye, kirine mijara tawanbariyê.

MA’yê di 17’ê adara 2023’yan de li ser hesabê xwe yê X’ê nûçeya bi sernavê “QSD: Düşen helikopterde 9 savaşçımız hayatını kaybetti (HSD: Di helîkoptera ket xwarê de 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan)” belav kiribû. Kanbal jî vê twîtê belav dike. Vê parvekirinê kirine mijara tawanbariyê û bûye sedema dozvekirinê.

Dozger îdia dike ku ew nûçe bi wêneyên cilên leşkerî yên HSD’ê hatiye belavkirin. Lê nûçe bi ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatiye belavkirin. Wêneyê ku nehatiye parvekirin wek mîna ku hatibe parvekirin daye nîşandan.

Dozger di angaştnameyê de angaşt ku “azadiya derbirînê û sînordarkarina çêkirina nûçeyê derbas kiriye” û ev di angaştnameyê de cih digire.

Ahmet Kanbal bertek nîşanî îdianameya der barê xwe de da û destnîşan kir ku îdianame bi hincetên “pûç û vala ye” hatiye amadekirin û got: “Delîlek ku li holê nîne wek mîna ku delîl hebe hatiye nîşandan û min pê dawanbar dikin. A rast li dijî min sûc hatiye kirin. Ez ê der barê vê neheqiya li min hatiye kirin de gilî bikim.”