7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Blinken piştî hevdîtina bi Fîdan re daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Antony Blinken bi yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Blinken got: “Ji bo şertên adil û aştî pêk were me hevdîtinên girîng bi welatên herêmê re kirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh êvarê hat Tirkiyeyê. Blinken îro bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Hevdîtin nêzî 3 saetan berdewam kir. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê û mijarên li herêmê hatin axaftin.

Blinken piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Xebat didomin. Em metirsiyên li vir dizanin. Em li Xezayê bedelek xeternak dibînin. Em bedelên sivîlên bêguneh dibînin. Em bi Îsraîlê re di nava têkiliyan de ne. Em ji bo ku mirina sivîlan kêm bibe gavan diavêjin û diaxivin. Hûnê di rojên pêşiya me de gavên girîng bibînin û wê alîkariya mezin bigihîje Xezayê.

Em di nava hevkariyê de ne

Blinken di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev jî serkeftineke ku şer li herêmê belav nebûye. Ji bo şertên adil û aştî pêk were me hevdîtinên girîng bi welatên herêmê re kirin. Ji bo tiştên baştir biqewimin em di nava hewldanan de ne.

Ji bo alîkariya mirovî em di nava hewldanek zêde de ne. Yek ji mijarên girîng jî mijara rehîneyan e. Em pir li ser vê rawestiyan e. Em ji bo vê jî dikarin feydeyê temîn bikin. Tenê ne Xeza, ji bo Şerîa Rojava jî. Li dijî tundiya zêde daxuyaniyên me çêbûn. Soz ji bo îsraîliyan hat dayîn, em ê ji nêz ve bişopînin.”

Hêjayî gotinê ye ku ji 7’ê cotmehê de û piştî Israîlê dest bi şerekî dijwar li dijî Xezayê kir, Blinken 3 caran serdana Israîlê kir û cara pêşî di serdana xwe de gotibû ‘ Ez ne tenê wekî wezîrekî amerîkî lê ez wekî yahûdiyekî jî li vir im’.

Ji bilî serdanên Blinken, serokê Amerîkayê jî serdana Israîlê kiribû û piştgiriya xwe destnîşan kiribû. Herî dawî jî îro rêveberê CIA jî serdana Israîlê kir.