2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

EMC-FARC ji maseya danûstandinên aştiyê rabû

Fraksiyona bingehîn a muxalîf a ji Hêzên Çekdar ên Şoreşgerî yên Kolombiyayê (FARC) qut bû, diyar kir ku hikumet li gorî lihevkirina beriya niha tevnagere, lewma ew ji maseya danûstandinê rabûne.

Fermandariya Giştî ya Navendî ya FARC’ê (EMC-FARC) ku peymana dîrokî ya aştiyê ya 2016’an red dike, bi daxuyaniyekê got “Em îlan dikin ku ji îro û pê ve danûstandin û rojeva ku me bi hikumetê re li ser li hev kirine, radiwestînin.”Di daxuyaniyê de qala xusûsên bûne sedema binpêkirina peymanê nehate kirin û tenê tişt hate gotin: “Dewlet bi ahengî tevnagere. Hikumet bi operasyonên li herêmên EMC lê ne, ‘vîsyoneke mîlîtarîst hîn jî dewam dike’.”

Danûstandinên ji bo bêçekkirina 3 hezar û 500 gerîlayan û bidawîkirina serhildana çekdarî, di meha cotmehê de li bakur rojhilatê welêt li herêma Tîbû dest pê kiribû ku ev herêm weke cihê çandina pelên koka tê naskirin. Piştî ku van hevdîtinan bi rengekî fermî destpê kirin, Wezareta Parastinê biryarnameyek weşand û bi vî rengî agirbesteke dualî ji bo sê mehan dest pê kir.

Rayedarên hikûmetê û leşkerî têkildarî daxuyaniya EMC’ê tu daxuyanî nedan.

Serokê EMC’ê Nêstor Gregorîo Vera ku weke ‘Îvan Mordîsco’ tê naskirin, diyar kir ku wan ti carî nexwestine tevlî peymana 2016’an û pêvajoya bêçekbûyînê bibin. Serokdewletê Kolombiyayê Gûstavo Petro ku yekemîn serokdewletekî çepgir e û gerîlayekî berê ye, ji bo muxalîfên peymana aştiyê ya 2016’an red kirine dest ji çekan berdin, dest bi hevdîtinan kiribû.

Hikûmet bi hevdîtinên aştiyê yên bi muxalîfên mîna FARC’ê, Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Gerîla (ELN), hêzên paramîlîter û rêxistinên cuda yên sûc re dixwaze dawî li şerê çekdarî yê 60 salan bîne.