spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelatgira Nobelê Mûhammedî dest bi greva birçîbûnê kir

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Nergîs Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir.

Malbata Nergîs Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya Tehranê girtî ye, ragihand ku Mûhammedî dest bi greva birçîbûnê kiriye û weke malbat ew ji jiyana wê bifikar in. Malbatê, destnîşan kir ku ji her tiştên bên serê keça wan Komara Îslamê berpirsyar e. Malbatê, bal kişand ser nexweşiyên pişik û dil ên Nergîs Mûhammedî û diyar kir ku divê teqez bê dermankirin.

Mûhammedî yek ji jinên pêşeng ên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû. Mûhammedî, bi çalakiya xwe bêparhiştina girtiyan ji derfetên lênihêrînê û ferzkirina nixumandina serê jinan şermezar dike. Beriya çend rojan rayedaran Nergîs Mûhammedî nebiribûn nexweşxaneyê ji ber ku qebûl nekir ku serê xwe binixumîne.

Mûhammedî di 6’ê cotmehê de Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû.