4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewletê mafya ava kiriye’

HEDEP’ê têkildarî revandina endamê xwe yê meclisa ciwanan daxuyanî da. Parêzerê Mazlum Kaya Îbrahîm Kaya diyar kir ku ji ber miwekîlê wî kurd e hatiye revandin û îşkencekirin û dê bûyerê bişopînin

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlum Kaya di 20’ê cotmehê de li navçeya Akdenîza Mêrsînê ji aliyê kesên xwe polîs dabûn nasîn ve hatibû revandin, îşkence û gef lê hatibûn xwarin. Rêxistina HEDEP’ê ya Mêrsînê têkildarî revandina endamê xe yê ciwan li avahiya HDP’ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HEDEP’ê Alî Bozan, Perîhan Koca, Kamûran Tanhan, rêveberên partiyê û ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.

Parêzerê Mazlum Kaya, Îbrahîm Kaya yê endamê OHD’ê anî ziman ku dewletê mafyayek çêkiriye û van çetayan li welat belav kirine û wiha got: “Em di serdemek çeteyan de derbas dibin. Der barê miwekîlê min de tu biryara binçavkirinê nîne. Lê ew revandin û îşkence lê kirine. Ewlehî û mafên gel êdî li holê nemaye. Ji bo were îkencekirin û bi awayekî dijhiqûqî were revandin, ji bo wan kurd be bes e. Em ê wek OHD’ê dest ji vê bûyerê bernedin û bişopînin.”

Parlamenter Alî Bozan jî axivî û wiha got: “Bi vê revandin û îşkenceyê tenê ne hevalê me Mazlûm bi taybetî dixwazin meclisa ciwanên me bikin hedef. Meclisa me ya ciwanan çar meh in kampanyake daye destpêkirin. Polîs ji xebatên ciwanên me re dibin asteng. Rayedarên vî bajarî ji xebatên ciwanên me aciz in. Yên ku divê li dijî tiryakê têbikoşin lê wezîfeya xwe bicih nayînin û êrişî ciwanên me dikin. Wê ev êriş nikaribin gavên me bi paş ve biavêjin. Wê îşkencekar derkevin holê û wê werin darizandin.”