3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘PDK heta qirikê ketiye xiyanetê’

Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên li ser Kurdistanê PDK'e xistiye xizmeta xwe û ev tişt got: “Îro tu ferqa AKP-MHP û PDK'ê tuneye. Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê.”

Tirkiye di 17’ê nîsana 2022’an de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daye destpêkirin bi çekên giran didome. Tirkiye tevî hemû çekên giran û modern jî heta niha yek gav pêşve neçûye. Artêşa Tirkiyeyê a ku ji cihê destpêkiriye xetimiye û bi alîkariya PDK’ê armanc dike ku li herêmê bi cih bibe. PDK’ê ji dewleta tirk re rêyan çêdike û dibe sedemê dijwarkirina êrişan. Her wiha bombardimana dewleta tirk a li dijî bajarên başûrê Kurdistanê ya li dijî sivîlan jî didome. Di nav xelkê herêmê de li dijî van êrişan bêdengî û bêhelwestbûna PDK’ê jî parçeyek xiyanetê tê nirxandin.

Rojnameger Aysel Avesta der barê geşedanên li herêmê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

 ‘Ji bo ku plana xwe bi cih bîne serî li PDK’ê dide’

Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk PDK’ê weke xala pêkanîna planên xwe dibîne û wiha got: “PDK ji bo ku pêşî li berxwedana PKK’ê û gelê kurd bigire serî li her rêbazekî daye. Heta niha serî li gelek rêbazan daye û heta niha jî van rêbazên xwe didomîne. Yek ji van rêbazên wan jî valakirina gundên herêmê ne. Di nava civaka Başûrê Kurdistanê bi belavkirina tirs û xofê dixwaze ku berteka ku xwe li dijî wan birêxistin bike pêşiya wê bigirin. Bi taybetî jî bi riya sîxûran û êrişên li dijî pêşengên gelê kurd dixwaze pêşketina tekoşîna azadiyê bi vî rengî bixetimîne. Bi êrişa li dijî avahiya KNK û di kolanan de qetilkirina welatparêz û pêşengên kurd dixwaze ku di nava civaka Başûrê Kurdistanê de nakokiyan derbixîne. Ji bo ku gel tevlî berxwedanê nebe û bêtifaqiya ku di nava gelê kurd a heta niha heyî hin zêdetir kur bike û yekitiya gelê kurd çênebe. Ji ber ku heke yekitiya gelê kurd çêbibe dê hesab û planên dewleta tirk ê li ser şoreşa Kurdistanê û Rojava, Mexmûr û Şengalê têk biçin. Ji ber wê jî ji bo ku dewleta tirk plana ku daye destpêkirin encamekî jê bigire serî li PDK’ê dide. PDK jî di xizmeta dewleta tirk de ye û ji bo pêkanîna daxwazên dewleta tirk tişta ku jê tê dike.”

‘Pêwistî bi felsefeyeke civakî ya xurt heye’

Avesta, bi lêv kir ku li dijî xiyaneta PDK’ê, birêxistinkirina xelkê başûrê Kurdistanê peywîreke esasî ya partiyên siyasî ye û got: “Plan û hesabên PDK’ê ew e ku başûrê Kurdistanê li hemberî vê xiyaneta wan nebe xwedî helwest û bertekeke xurt nîşan nede. Ji bo ku ev helwest çênebe jî bala civakê didi hin tiştên din û bi tiştên cuda re mijûl dike. Berteka xelkê Başûrê Kurdistanê li hemberî xiyanetê gelek mezin e. Ji ber ku di aliyê civakî, siyasî û çandî de pirsgirêkên pir kur hene. Ji bo wê ew helwesta ku tê xwestin nayê raber kirin. Li gorî nêrîna min yek xala esasî ev e. Ya duyemîn jî li hemberî xiyaneta PDK’ê gel rêxistinkirin, gel hişyarkirin û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê ku li ser civakê tê meşandin tevgereke xurt di nava civakê de tune ye û lawaze. Ji ber wê jî ew helwesta li hemberî xeta xiyanetê û refleksên gel bi awayeke şenber dernakeve holê. Yek sedema vê jî mijûlkirina civakê ya bi mûçeyên gel ku ev demeke dirêje nadin. Gel bi xwe ve didin mijûlkirin. Ji bo ku civak polîtîkayên wan nebîne bi zanebûn serî li vî rêbazî didin. Girtina parlementoya Herêma Kurdistanê, nehatina partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dibin sedem ku helwesteke civakî dernekeve holê. Bêgûman xelkê Başûrê Kurdistanê divê ku vê siyaseta dewleta tirk û PDK’ê ya li ser başûrê Kurdistanê baş bibînin. Car carna di nava partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de nîqaşên bi vî awayî çêdibin. PKK’ê weke sedema van êrişan dibîne. Dibêje, ‘heke ku PKK ne li başûrê Kurdistanê ba dê êrişên dewleta tirk ê bi vî awayî çênebin’ xwexapandineke bi vî awayî heye. Divê ku di serî de xelkê başûrê Kurdistanê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl hem li hemberî xiyaneta PDK’ê û hem jî li hemberî xeteriya niha li başûrê Kurdistanê heye hestiyar û hişyar tevbigerin. Ji ber ku êrişên niha li ser başûrê Kurdistanê tên kirin ne tenê li dijî PKK’ê ye ev êriş li dijî hebûna gelê kurd e û statûya başûrê Kurdistanê ya ku hatiye avakirine, li dijî deskeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistanê û li dijî hemû beşên Kurdistanê ye. Heke ku ev bi vî awayî neyê xwendin dewleta tirk û PDK ji bo têkbirina deskeftiyên gelê kurd dê bigihijin armanca xwe. Ji bo ku ev armanca wan vala derbikeve û PDK jî di vê xiyaneta xwe de bigevize pêwîste reflekseke xurt a xelkê başûrê Kurdistanê derbikeve holê.”

‘PDK’ê dawiya xwe anî’

Di berdewamê de Avesta, anî ziman ku PDK bi siyaseta xwe ya birakujiyê dawiya xwe tîne û wiha domand: “Bi dîtina min PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bi taybetî jî hevdîtinên herî dawî yê ku Barzanî bi Hakan Fîdan re çêkir û ew wêne, dîmenê wan bi raya giştî re hate serwîskirin û wî wêneyî meşrûyeta PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi dawî kir. Kesên ku heta niha baweriya xwe bi PDK’ê anîn jî li gel vî wêneyî ew bawerî şikest. Êdî PDK dê li ser navê Kurd û Kurdistanê neyê qebûlkirin. Bi vê hevkariya xwe ya dawiyê, PDK’ê dawiya xwe jî anî. Ji ber ku dawiya dewleta tirk nêze, bi wan re dê PDK jî biqede. Ji ber ku êdî gelê kurd ti ferqê naxe navbera PDK, AKP’ê û MHP’ê. Tişta ku AKP û MHP li dijî hebûna gelê kurd dike PDK jî dike. Ji ber wê dawiya vê pergalê û faşîzmê di heman demê de dawiya PDK’ê ye jî. Destê PDK heta qirikê ketiye xiyanetê. Li dijî deskeftiyên gelê kurd di nav hevkariyeke kûr de ye. Tenê bi dewleta tirk re jî sînordar namîne bi dewleta Iraqê re jî ji bo ku pergala li ser esasên netewa demokratîk têk bibe tişta jê tê dike. Li Mexmûrê ambargoyeke mezin daniye û nahêle ku çûn û hatina gel hebe. Dîsa riya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatiye girtin. Li ser Şengalê jî aliyekî ambargo û aliyekî pêş xistina şerê taybet li ser daxwaza dewleta tirk bi hikûmeta Bexda re peymana 9’ê cotmehê van hemû xiyaneta wan radixe berçavan. PDK di vê xiyaneta xwe de israr. PDK banga yekitiya gelê kurd bi berdewamkirina hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bersiv dide. Dewleta tirk bi PDK’ê armanc dike ku gelê kurd her tim perçekirî be.”

‘Dixwaze Kurdistanê ji sivîlan xalî bike’

Avesta, da zanîn ku armanca dewleta tirk valakirina herêmê ya ji kurdan e û ev tişt got: “Dewleta tirk a dagirker û artêşa wê ji bo ku berxwedana PKK’ê bişkîne serî li hemû rê û rêbazan dide. Lê PKK li gorî vê pêvajoyê û taktîkên serdema nû ji bo ku van êrişan û xeyalên dewleta tirk vala derbixîne bi vîneke mezin berxwe didin. Bi şerê tûnelan hem hêza wî ya teknikî vala derxistin û hem jî ew artêşa ku ew gelek jê bawer pergala wê artêşê jî belavkirin. Her wiha ji bo pêşî li girtina vê xiyanetê jî beriya her tiştî divê ev xelaka berxwedanê ne tenê bi PKK’ê re sînordar be. Ji ber ku yek ji polîtîkayên dewleta tirk ew e ku herêma Başûrê Kurdistanê ji sivîlan xalî bike û bertekên gel lawaz bike û li wê derê serweriya xwe pêş bixîne. Li gorî taktîkên ku pêk tînin jÎ armanc ev e. Bi çekên kîmyewî, çekên fosfor bikar tîne. Her wiha hêza xwe ya leşkerî, çeteyên xwe û çi hêzên di bin serweriya wan de ne van hemûyan li hemberî gerilayan bikar tîne. Bi piştgiriya xiyaneta mala Barzanî jî hewl dide ku vê berxwedanê bişkîne. Lê vîna li Zapê tê nîşandin ji hêza wan gelekî mezintire.”

‘Armanc dagirkirina qadên neteweya demokratîk e’

Di dawiyê axaftina xwe de Avesta, bi lêv kir ku dewleta tirk bi dagirkirina sêgoşeyan dixwaze cihên ku pergala netewa demokratîk lê hatiye avakirin serweriya xwe ava bike û wiha got: “Armanca van êrişan başûrê Kurdistanê ye. Ji bo ku başûrê Kurdistanê dagir bike bi ser navê qirkirina gelê kurd bi hemû hêza xwe dahat û deskeftiyên welet xistiye xîzmetê û êrişî Başûr dike. Armanc dagirkirina qadên stratejîk ê ku sêgoşeya parastina deskeftiyên başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê ye. Ji bo ku bikaribe serweriya xwe li ser rojavayê Kurdistanê, li ser Şengal, Başûr û Mexmûrê bike lazime ku van qadên qal kirî dagir bikî serî li rê û rêbazên cuda dikin. Bi xiyanetê dixwaze ku vê konsepta xwe bi encam bike. Ji bo ku bigihîje armanca xwe xeleka herî qels xeta xiyanetê ye. PDK ne cara yekemîne ku xiyanet dike. Ji sala 1982’an û heta 92’an her tim li gel dewleta tirk cih girtiye. Di van demên dawiyê konjuktorên li Kurdistanê bi taybetî jî hişyariya gelê Kurdistanê û xelkê başûr PDK’ê êdî nikare  siyaseta xwe ya birakujiyê  gelê Kurdistanê ferz bike.  Ev helwesta PDK’ê ji aliyê dewleta tirk ve jî baş tê dîtin û xwendin ji bo wê jî tiştê ku dixwaze li Kurdistanê bike bi riya PDK’ê dike. Armanca PDK’ê ew e ku PKK’ê ji başûrê Kurdistanê derbixîne û dewleta tirk bi cih bike. Heta astekî dewleta tirk xwe li başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û serweriya xwe jî îlan kiriye. Niha li herêmê tişta ku ji dewleta tirk re asteng PKK ye.”

Ajansa Mezopotamya