3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di îlonê zêdetirî 20 hezar penaber derbasî Almanya bûn

Di meha îlonê de zêdetirî 20 hezar penaber bi awayekî qaçax derbasî Almanyayê bûn.

Hejmara kesên ku welatên xwe yên li Rojhilata Navîn terk dikin û ber bi Ewropayê ve dikevin ser rêya penaberiyê her ku diçe zêdetir dibe. Welatên ku herî zêde penaber berê xwe didinê jî Almanya ye. Li gorî statîstîkên Rêxistina Polîsan a Almanya weşandiye, di meha îlonê de 21 hezar û 366 penaber bi awayekî qaçax derbasî Almanya bûne. Ji meha sibatê ya sala 2016’an ve ev rêjeya herî bilind a derbasbûna penaberan a Almanyayê ye. Bi vê hejmarê re hejmar penaberên ku ji destpêka salê ve derbasî Almanya bûne derket 92 kesan.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, der barê mijarê de ji kovara Der Spîegelê re aniye ziman ku polîtîkaya dersînorkirinê wê bê şidandin û ev tişt gotiye: “Yên ku mafê wan ê mayina li Almanyayê nîne divê em bi rengekî komî dersînor bikin. Divê ku kontrolên li sînor û sînorên derve yên Yekitiya Ewropayê jî hîn bêhtir bêne parastin.”

Almanyayê hefteya borî li ser sînorên Komara Çek, Polonya û Swîsreyê dest bi kontrolê kiribû. Li sînorê Awûstûryayê jî demeke kontrola polîsan tê kirin.