spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbestvanê di dilê kurdan de her dijî: Cegerxwîn

Di ser koçkirina helbestvan û nîviskarê kurd Cegerxwîn de 39 sal derbas bûn. Gelê kurd, ji ber helbestvaniya Cegerxwîn a ji bo gel û zimanê kurdî wî her dem di dilê xwe de dide jiyîn.

Dema Cegerxwîn tê gotin helbesta ‘Kîne em’, ‘Bête hêç im Welat’, ‘Bilbil û gul’, ‘Em ji rê dernakevin’, ‘Gulfiroş’,’Kurdistan’, ‘Partîzan’, ‘Welat welat’, ‘Serxwebûn’ û gelek stranên din tên hiş û bîra mirov. Cegerxwîn hemû helbest û stranên xwe ji bo evîna welat, xweşikahiya welat, çand, ziman û civaka kurd nivîsîne. Hemû huner, nivîs û helbestên wî li ser hezkirin û girêdana wî ya gelê kurd, Kurdistan û nirxên çand û zimanê civakê ne.

Helbestvan û nîviskarê kurd Cegerxwîn, li medresê çand û klasîkên wêjeya kurdî nas dike. Di sala 1928’an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike. Di sala 1979’an de diçe Ewropayê û li Swêdê bi cih dibe. Xebatên xwe li wir jî didomîne û berheman diweşîne. Cegerxwîn di sala 1984’an di 81 saliya xwe de li Swêdê koça dawî dike. Bi wesîleya salvegera mirina wî em dixwazin qala jiyan, kar û xebatên Cegerxwîn a ji bo kurd û zimanê kurdî bikin û ew bi bîr bînin.

Çand û klasîka wêjeya kurdî nas dike

Helbetvan û nîviskarê kurd Cegerxwîn. Navê Cegerxwîn ê ewil Şehmûs e. Cegerxwîn di sala 1903’an de li bajaroka Hesarê ya navçeya Gercûş a Êlihê ji dayik bûye. Di encama destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem de di sala 1914’an de tevî malbata xwe koçî bajarê Amûdê yê Rojava dike. Cegerxwîn di temenê biçûk de şivantî û cotkariyê kiriye. Di 18 saliya xwe de çûye Amedê û li medresê perwerdeya olî wergirtiye. Dema li medresê dimîne çand û klasîkên wêjeya kurdî nas dike. Di sala 1925’an de beşdarî serhildana Şêx Seîd dibe. Piştî ku serhildan tê tepisandin ew û Şêx Alî Riza Efendî kurê Şêx Seîd û serokê duyem ê serhildanê pêşî diçin Rewanduzê û piştre diçin Bexdayê. Di wê demê de ji Şêx Elî Riza dersên Îslamê digire. Paşê li bajarê Amûdê yê Rojava bi cih dibe. Di sala 1928’an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike. Di kovara Hawarê de ku Celadet Alî Bedirxan derdixist, li ser bandora rewşa gelê kurd a wê demê ya li ser wî, bi navê Cegerxwîn helbest dinivîsine. Êdî ji wê rojê şûnde navê wî dibe Cegerxwîn.

Xebatên siyasî

Di sala 1937’an de beşdarî rêxistina Xoybûnê dibe. Di sala 1946’an de diçe Qamişloyê û li wir xebatên xwe yên siyasî didomîne. Di heman salê de dibe serokê saziya siyasî ya bi navê Civata Azadî û Yekitiya Kurd. Di sala 1954’an de ji bo ku bikeve parlementoya Sûriyê, ji vê partiyê namzetiya xwe ya parlementeriyê radigihêne. Di vê serdemê de bi partiyê re xebatên xwe dimeşîne. Heta sala 1957’an serokatiya rêxistina ‘Ji Cizîrê re Aştî’ ya herêma Cizîrê ya Qamişloyê dike. Di sala 1957 de ji Partiya Komûnîst a Sûriyê diqete û tevî kesên ji rêxistina Azadî ku berê di damezrandina wê de cih girtibûn tevlî Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ya ku nû tê damezirandin dibe. Li vir weke endamê komîteya navendî xebatên xwe yên siyasî didomîne. Di sala 1959’an de derbasî Iraqê dibe. Li zanîgeha Bexdayê weke mamosteyê zimanê kurdî, ders dide. Li ser zimanê kurdî gelek xebat dike û şagirtan perwerde dike. Di sala 1963’an de ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî li Şamê tê girtin.

Cegerxwîn û wêjeya kurdî

Cegerxwîn di wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng e. Helbestên kurdî yên ku deng bidin wêjeyê dinivisîne. Di heman serdemê de Cegerxwîn ji bo piştgirîkirina qadên belavkirin û weşandinê tevlî kovara Hawarê ya ku ji aliyê bira Kamuran Bedirxan û Celadet ve hatibû damezrandin dibe û destnîşan dike ku helbestên wî di vê kovarê de tên weşandin. Cegerxwîn pirtûka xwe ya yekem bi navê Cim û Gulperî di sala 1947’an de çap dike. Cegerxwîn ku ji wê pirtûkê heta niha 8 dîwanên wî hatine çapkirin, bi her dîwanekê re li welatê cuda tevgerekê çêdike. Dîwanên ku Cegerxwîn afirandine li Ewropa, Sûriye, Tirkiye, Iraq û Lubnanê bi gelek çapan hatine çapkirin. Cegerxwîn her wiha li ser dîroka, ziman û folklora kurdî pirtûk nivisandiye.

Bawerî bi Marksîzm û sosyalîzmê tîne

Cegerxwîn bi salan li Sûriyeyê bi komunîstan re dixebite. Cegerxwîn ê ku ramana xwe ya çepgir baş pêş dixe û bi xebata xwe de bêtir agahî li ser çepgiriyê berhev dike. Di wan salan de Marksîzmê nas dike. Cegerxwîn ji ber ku Marksîzm û sosyalîzmê baş lêkolîn dike û fêm dike, dikeve wê baweriyê ku xelasî di Marksîzm û sosyalîzmê de ye. Cegerxwîn ku di helbestên xwe de baweriya xwe ya bi sosyalîzmê nîşan dide, piştî şoreşa 1958’an bangeke mezin ji rêveberiya Bexdayê werdigire. Di encama bangê de jê re dibêjin ku divê here Iraqê û ew jî diçe Iraqê. Cegerxwîn di avakirina gelek saziyên kurdan de pêşengtî dike. Ji xeynî saziyên ku damezirandiye, alîkariya avakirina gelek saziyên din jî dike. Cegerxwîn di sala 1979’an de diçe Ewropayê û li Swêdê bi cih dibe. Xebatên xwe li wir jî didomîne û berheman diweşîne. Cegerxwîn di sala 1984’an di 81 saliya xwe de li Swêdê koça dawî dike. Piştî merasîma oxirkirinê cenazeyê wî dibin Qamişlo yê û dispêrin axê.

Cegerxwîn her dijî

Dema ku kar û xebatên wejeyî û siyasî dike gelek caran rê girtin. Tevî van hemû zextên li dijî xwe jî xebatên xwe domandiye û paşde gav neavêtiye. Ji ber xebatên xwe yên ji bo kurd û kurdîtiyê di dilê kurdan de cihekî taybet girtiye. Ji bo ku gelê kurd li helbestvan û nivîskar Cegerxwîn xwedî derkevin û wî bidin jiyîn navê wî li zarok, kolan û parkên xwe danîne. Piştî mirina wî jî êrîşên dewletê yên li dijî Cegerxwîn nerawestiyan. Di sala 2014’an de qeyûmê ku tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, peykerê Cegerxwîn ê li parqa Kîne Em ya navenda bajar hatibû çikandin, rakir. Lê gelê kurd bi xwedî derketina Cegerxwîn helwesta wan vala derdixe. Gelê kurd wî dilê xwe dide jiyîn.