6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em ji çandê çi fêhm bikin?

Her tim bi mijarên cuda hewl didim girîngiya çandê vebêjim. Bi vê nivîsê jî dixwazim çand çiye? Dema ku çand tê gotin em çi fêhm dikin, ramyar û zanyarên cîhanî der barê çandê de çi dibêjin, li ser rawestin. Wekî têgeh çand yek ji peyvên ku herî zêde di zimanê rojane de tê bikaranîne. Her wiha têgîneke bingehîn e ku di pêvajoya herikîna dîrokê de ji bo mirovahiyê cihekî girîng girtiye. Gelek pênaseyên cuda yên têgeha çandê heye lê em nikarin yek bi yek cih bidin van pênaseyan.

Dîroknasê kurd Torî çandê wiha dinirxîne: “Çand; ew tevahî nirxên madî û manewî yên ku di pêvajoya pêşveçûna dîrokî, civakî de hatine afirandin û amûrên ku ji bo afirandina wan û veguhestina wan ji bo nifşên paşerojê hatine bikar anîn, asta serweriya mirov li ser jîngeha xwe ya xwezayî û civakî nîşan dide.”

Raymond Williams di pirtûka xwe ya “Çand û Civak” bi berfirehî li ser derketina têgeha çandê radiweste. Ev pirtûk ku di sala 1958’an de hatiye çapkirin û xebata damezrandina dîsîplîna lêkolînên çandî vedibêj e. Raymond Williams dibêje ku têgeha “çand”ê di wateya xwe ya nûjen de yekem car di dema Şoreşa Pîşesazî de hatiye bikaranîn. Williams, ji Samuel Taylor Coleridge bigire heta John Stuart Mill, ji Matthew Arnold bigire heta William Morris, John Ruskin û Oscar Wilde li berhemên zêdetirî çil ramyar û nivîskaran dinêre û geşedana “fikra çandê” dinirxîne. Raymond Williams dibêje; Çand yek ji peyvên herî tevlihev e di zimanê mirovan de”.  Marx, jî pênaseya “Çand her tiştê ku ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin e” dike. Bêguman, pênaseyên wê yên cihêreng hene, di wateyên pir berfireh û di gelek warên cuda de tê bikar anîn.

Ji ber ku haya me ji vê rewşê heye, lê dîsa jî em hin pênaseyên nêzîk ên bi mijara xwe ve girêdayî bi bîr bînin, em di wê baweriyê de ne ku di warê rêbazê de dê bikêrhatî be ku em pêşî ji koka etîmolojîk a peyva çandê dest pê bikin.

Peyva etîmolojîk ji peyva latînî colere tê. Ev kok, ku tê wateya çilandin (bizar) û çandina axê, di gotinên weke çandinî de jî tê dîtin. Hêjayî gotinê ye ku bi eslê xwe çandinî ye. Her wiha peyva çand, tiştekî ku ji destpêkê ve ne bi awayekî xwebexş, di encama îradeya mirovan de mezin dibe, ye. Li ser bingeh û nêzîkatiyeke bi heman rengî, em dibînin ku peyva “çand” an “çandînî” di kurdî de bi çandinî, ango hilberînê ve girêdayî ye.

Di bikaranîna peyva çandê de, wateya ku antropolog destnîşan dikin û awayê karanîna wê di zimanê gelemperî de ji hev cuda ye. Yek jê çand wek aydê hemû gel û civakê tê dîtin, a din jî wekî çalakiya tenê beşeke civakê tê dîtin ku piranî bi huner û tevgerên jiyana rojane ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, bikaranîna çandê di zimanê rojane de bi gelemperî di wateya teng de tê bikaranîn.

Li aliyê din peyva çandê li gelek cihan û ji mêj ve bi hevwateya şaristaniyê re hatiye bikaranîn; Ev peyvên ku hîn jî pir caran bi hev re têne bikaranîn. Di gelek nivîs û lêkolînên zanistî de peyvên çand û şaristanî bi hêsanî wekî hev têne bikaranîn. Her çend şaristanî bi erebî di wateya “nîzama bajaran” de be jî di warê pirsgirêkên bingehîn de bajar û bajarvanî çavkaniya sereke ya jiyana nîzamî ye û di heman demê de gefê jî li civakê dixwe. Her çend têgînên çand û şaristanî carna hevrik, carna ji hev cuda û carna jî dijberî hev hatine dîtin jî bi giştî wek têgînên paralel, hevwate, nêzik hatine bikar anîn û wiha hatine destgirtin. Li gorî Fernand Braudel, peyvên çand û şaristanî dikarin “di pir rewşan de” wekî hev werin bikar anîn. Braudel dibêje: “Çand şivanê kevn ê dîroka gelan e.” Ya rast gotineke gelekî kûr û bi wate ye.

Qadeke din a ku ji nêz ve bi têgîna çandê ve girêdayî ye, bêguman qanda estetîk û hunerê ye. Cih hene ku çand û huner pir nêzîkî hev dibin. Berhemên hunerî jî berhemên çandî yên civaka ku tê de ne ye. Çavkaniya huner û çandê jî civak e. Bi gotineke din, ne mimkûn e ku mirov diyardeyeke çand û hunerê ji bilî jiyana mirovan xeyal bike. Çand û huner ne tiştên ku têne dîtin; Herdu jî tiştên tên çêkirin, afirandin û hilberandin in.

Her wiha asta çandî ya civak û neteweyekî bi berhemên ku di warê estetîk û hunerê de diafirîne tê pîvandin. Ji wêjeyê bigire heta mîmariyê; ji resim û peykersaziyê bigire heta muzîk, opera û baletê, ji sînema û şanoyê bigire heta medyayê, hem nirx û hem jî nîşaneya asta çanda gel an neteweya navborî tê dîtin.

Dema em bala xwe bidinê, çar têgehên bingehînîn ên çandê derdikevin pêş: Hilberîn, şaristanî, perwerde û huner… Her yek ji van têgehan li ber çavan tê girtin, em dibînin ku peyva çand çiqas berfireh e û bi hêsanî tê dîtin ku têgehek dewlemend û bi wate ye. Lewma jî dê baştir were fêhmkirin ku çand ji bo mirovahiyê bê çi qas girîng e.

Di bingeha xwe de çand; Tevahiya zanîn, bawerî û tevgerên taybet ên cureyê mirovan û tiştên maddî yên ku parçeyek ji vê tevahiyê ne. Di nav xwe de her cure berhemên maddî û zihnî-manewî yên jiyana civakî, wek ziman, raman, kevneşopî, sazî, zagon, amûr, teknîk, berhemên hunerî û hwd. dihewîne.

Çand dikare wekî kombûna reaksiyonên derûnî û laşî û çalakiyên ku tevgera kolektîf û takekesî ya pêkhateyên civakî derdixe holê bê dîdin û berhemên van çalakiyan û rola wan a di jiyana komê de dihewîne. A rast çand qadeke pir fireh e. Bi giştî “çand” ku mijara antropolojiya civakî ye û şaristanî hema hema hemû guherbarên çandî yên wekî perwerde, hunerên xweşik û teknolojî dihewîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê