4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diz û sazbendî

Li navçeyeke herêma Botanê devê êvarê êdî roj dike ku biçe ava. Kesek dixwaze bikeve malekê, amûr û eşyayê malê bidize. Xwediyê malê ne li malê bûne, derê hewşa wan bi şibek û hesin bûne. Ji ber ku nikare derî û şibekan veke li amûreke ku hesin bibire digire. Dema ku vê amûrê wek birek ku li hesin dide,  wek kemançe deng derdixe. Kesek li ber wê avahiyê dibîne ku deng tê ji wî kesê ku hatiye diziyê dipirse; ‘Birayê ezîz tu li vir çi dikî, te xêr e ev çi dengê wek saz û kememançê ye’.

Ew zilamê ku şîş û derî dibire dibêje; ‘Xalo ez sazbend im li vir li sazê didim’. Ev camêr dibêje; ‘Xortê hêja daweta kî û kê ye, ka dengê saz, meqam û awazê te û vexwendî û dawetiyê te li ku ne’.

Diz dibêje; ‘Xalê min ji bona ku cînar û kes êvarê ku aciz nebin ez îşev lê didim  wê sibe saza min a deng bide hemû cînar, wê pê bihesin li hev kom bibin’. Dema ku vê gotinê dibêje serê camêr tevî hev dibe heyran dawetê me dengê kemançe, def û zirna gel li  ber govend digirtin. Ev camêr serê wî tev li hev dibe û diçe. Ew xort şîş û derî dibire, dikeve hundir di malê de her tişta binirx û qîmet kom dike û bi rê dikeve.

Dibe sibe ku xwediyê malê yan cînar pê dihesin ku tiştek di malê de nemaye. Hewar gazî li hev dicivin gelo kê vê yekê kiriye? Mala vî zilmê wêran kirine. Ew camêrê ku dîtibû kesek li ber wî derî û şîşan dibîre û vaye gel li hev kom bûne. Ev camêr bi dengekî bilind  bang kir û qêriya, gelî canik û camêran min wî kesî li ber vê derî dît. Di destê wî de amûrek hebû li derî û şîşan dida min jê pirsî tu kî yî te xêr e, ji min re got;  “Ez sazbend û tembûrvan im li kemançê didim.” Min got heyran ka dengê kemança te û govend û gel. Ji min re got: “Xalo ez bi êvaran li kemençê didim, dengê wê kêm dikin ku bû sibe wê dengê saz û kemança me derkeve û deng belav bibe.” Hin kesan bi wî camêrî girt pêsîra wî hejandin û gotin tu wî kesî nas dikî. Te çima ji me re negot ku kesek li saz û kemençê dide.

Çend rûspiyan gotin gunehek vî camêrî nîne, ew kesê ku hatibû diziyê rast gotiye. Ku ez îşev vê bûyerê pêk tînim, şîşan dibirin wê sibe hemû kes û xwediyê malê pê bihesin. Dengê saza min wê belav bibe. Li ser vê gotinê camêran û dengê saza wî û dek û dolabê, deng daye em her kes para xwe ji vê bûyer û lîstikê bigirin. Ev bûyer di nava galek herêman de ji Botan heya Serhedê, di nava gel de dibêjin; ‘Em ê îşev li sazê bidin wê sibe deng bide’.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê