3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn

Bi boneya derbasbûna 31 sal di ser qetilkirina belavkarê çapemeniya azad Halîl Adanir, DFG’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Ew, ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn. Ji bo Çapemeniya Azad bigihije van rojan wan gelek ked dan.”

Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Halîl Adanir di 21’ê mijdara sala 1992’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê Adanir bi bîr anî.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Dema mirov qala rojnamegeriya bi rûmet bike, bêguman ên ewil bên bibîranîn, şehîdên çapemeniyê ne ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine.  Dema em qala şehîdên çapemeniyê dikin, dibe ku hin kes car caran pir tên paşguhkirin, ew jî belavkarên rojnameyan e. Lê di rastiyê de yên ku bi gihandina rojnameyan rastiyan digihînin civakê, her wiha barê herî giran dane ser pişta xwe, ew bi xwe ne.

Erkekî mezin dan ser milê xwe

Dema em li salên 90’î dinêrin, yên bi rastî jî ketine nava têkoşîneke bêsînor û di têkoşîna bi rûmet de li refên herî pêş cihê xwe girtine belavkarên rojnameyanin ku wek ferdên berxwedêr a artêşa çapemeniya azad in. Dema rojnameger yek bi yek li naverasta kolanan dihatin qetilkirin, buroyên rojnameyan dihatin bombekirin, rojnameger bi rê û rêbazên cuda dihatin astengkirin, dema ku JÎTEM’ê,  kontr-gerîla û Hîzbî-qontra li kolanan serbest digeriyan, wisa ji dil, wisa bi can û bi fedekarî erk dan ser mile xwe û ketin bin berpirsiyariyê. Îro dema em wan bibîr tînin, em dibînin ku peyv têra vegotinê nake.

Meha mijdarê meha belavkarên hatine qetilkirin e

Meha mijdarê di heman demê de meha belavkarên hatine qetilkirin e. Di vê mehê de 5 hevalên me yên belavkar hatin qetilkirin. Yek ji van belavkaran jî Halîl Adanir e ku di 21’ê mijdara 1992’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Adanir, di heman demê de yekemîn belavkarê rojnameyê yê hatiye qetilkirin e. Îro hem ji ber salvegera qetilkirina Halîl Adanir hem jî ji ber gelek belavkarên rojnameyê yên di vê mehê de hatine qetilkirin, me xwest hemû belavkarên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin bibîr bînin.

Bavê 5 zarokan bû

Halîl Adanir dema dest bi belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê kir, 32 salî û bavê 5 zarokan bû. Li Êlihê ajokariya texsiyê dikir. Ji aliyê gelê Êlihê ve dihat hezkirin û rêz jêre dihat girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê hêj nû di meha gulanê de dest bi weşanê kiribû. Hêj di çend mehên destpêkê de gelek caran rastî astengiyan hatibû. Ji bo ku rojnameya Ozgur Gundemê nefiroşin, gef li gelek bayiyên rojnameyan xwaribûn û bufe dişewitandin.

Eleqeyeke mezin a gel ji bo wêrekiya Adanir çêbû

Êdî peydakirina rojnameyê hatibû astekî pir zor. Di pêvajoyeke wisa de Halîl erkekî zor da ser mile xwe û rojnameyên ku bayiyan nikaribûn bifirotana, bi texsiyê li kolan û taxan difirot. Vê nêzîkatiya Halîl ku li gel zext û tundiyê dest bi firotinê kir, rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Hêz û wêrekî da gelek kesan. Lê qatilên ku çavên wan sor bûbûn, bêtir hêrs bûn.

Bi hovane hate kuştin

Hêj mehek nebû dest bi belavkariya rojnameyê kiribû. Di 21’ê mijdara 1992’yan saet di 14.00’ê de 3 kes wekî rêwî li texsiyê siwar bûn. Van kesan li nêzî Girtîgeha Berê Halîl Adanir bêhiş xistin û tevî erebeyê bi benzînê şewitandin. Halîl bi hovîtî qetil kirin. Xwestin bi vê hovîtiyê çavê hemû xebatkarên rojnameyê û xwîneran bitirsînin.

Rojnamegerên di mijdarê de hatin kuştin

Piştî kuştina Xelîl Adanir, êrişên li dijî belavkaran zêde bûn. Piştî kuştina Xelîl di 9’ê mijdara sala 1993’yan de Adil Başkan, di 19 ‘ê mijdara 1993’yan de Kadîr Îpeksurer, di 27’ê mijdara 1993’yan de Adnan Işik û di 27’ê mijdara 1998’an de jî Nîhat Yakut bûn hedef û hatin qetilkirin. Piştî meha mijdarê bi rêzê Kemal Ekîncî, Lokman Gunduz, Orhan Karaagar, Tegmen Demîr, Haşîm Yaşa, Yûsûf Karauzum, Zulkuf Akkaya, Yalçin Yaşa, Mehmet Sencer, Mûsa Duru, Zuhal Tepe, Hidir Çelîk, Hasan Aydin, Metîn Alataş û herî dawî jî Kadrî Bagdu hatin qetilkirin. Di rastiyê de faîlê gelekan diyar e. Ji aliye kesên ku dewlet wan diparêzin ve hatin qetilkirin.

Em wan bi hesret bibîr tînin

Ji serê salên 1990’î ve kevneşopiya çapemeniya azad pêş ket. Ji yekem belavkarê hatiye qetilkirin Halîl Adanir bigire heta Kadrî Bagdu, her 18 hevalên me yên belavkar ên hatine qetilkirin bêguman xwedî çîrokeke lehengiyê ne. Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn. Wan ji bo ku kevneşopiya çapemeniya azad xwe bigihîne van rojan ked û bedeleke giran dan. Tenê ked nedan, di vê oxirê de canê xwe dan. Em careke din hemûyan bi hurmet û bi hesret bi bîr tînin. Em dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re careke din dubare dikin.”