spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berfê rêyên bi sedan gundên Serhedê da girtin

Li herêma Serhedê, berfê jiyanê tevizand û rêya bi sedan gundên bajarên herêmê da girtin.

Berf û li şiliya ku ji 19’ê mijdarê ve li bakurê dest pê kiriye didome. Li herêma Serhedê, berfa ku dibare bandoreke neyînî li welatiyên herêmê dike. Ji ber barîna berfê, li gelek bajaran rêyên bi sedan gund, tax û mezrayan hatine girtin. Hatin û çûna li navendên bajaran û di navberan navçeyan de jî pir zehmet dibe. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê xelkê herêmê hişyar kir û got ku dê barîna berfê bidome. Piştî vê hişyariyê li hinek bajaran ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.

Yek ji bajarên ku berfê bandoreke mezin lê kiriye Wan e. Li navçeya Elbakê rêyên 22 gundan, li navçeya Şaxê rêyên 16 gundan, li Erdîşê rêyên 23 gundan, li Payîzavayê rêya 68 gundan, li Seravê rêyên 13 gundan û bi giştî rêyên 142 gundan ji ber berfê hatine girtin. Ji ber rewşa nebaş a hewayê, seferên balafiran jî hatin betalkirin. Duh bi şev pêla germahiyê 3 dereceyan kete bin sifrê. Di saetên serê sibehê de jî barîna berfê dewam kir û bi qasî 15 cm’an berfê erdê girt.

Qers

Li Qersê jî ji şevê din ve berf dibare û rêyên gelek gund û mezrayan hatine girtin. Ji ber barîna berfê, rêya di navbera Qers-Dîgorê û Dîgor-Îdirê de cemed girt û hatin û çûn pir zehmet çêdibe.

Colemêrg

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê jî berf dibare. Rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybet jî berfeke zêde li Bihûreka Harûnayê bariya û li vir bi sedan wesayît di rê de asê man.

Erzirom

Li bajarê Erziromê jî berfeke zêde bariya. Walîtiyê ji ber barîna berfê û cemedê, li navçeyên Aşkeleh, Qereyazi, Tortûm, Îd, Çad û Tatosê ji bo rojekê navber da perwerdeyê. Ji ber barîna berfê, rêya Erzirom-Çad-Çewligê û ya Erzirom-Tatosê ji hatin û çûnê re hatin girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan didomin.

Bedlîs û Mûş

Yek ji bajarên din ên ku ji ber berfê hatin û çûn lê zehmet tê kirin jî Bedlîs e. Nêzî du rojan li bajar baran dibariya û şevê din jî berfê dest pê kir. Duh di saetên şevê de li Bedlîs û Tetwanê germahiya hewayî 7 pileyan kete bin sifrê. Barîna berfê ya li bajar didome û bi taybet jî li Rewayê ajokar bi zor û zehmet pêş dikevin. Her wiha li Mûş û navçeyên wê jî bênavber berf dibare. Hat zanîn ku rêyên gelek gund û mezrayan hatine girtin.

Agirî

Li Agirî û navçeyên wê jî barîna berf û şilopeyê didome. Ji şevê din heta niha li navenda bajar baraneke zêde dibare û kolanên bajar veguherînê golan. Ji ber vê rewşê peya û ajokar zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber berfa zêde, 3 şivan û 3 hezar mîh li gundê Dede Mexsût ê girêdayî navendê asê mabûn hatin xelaskirin.

Erdexan

Li Erdexan û navçeyên wê jî nêzî du roj in bênavber berf dibare û rêyên zêdetirî 60 gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybet jî li navçeyên Zûrzûnan û Golan/Merdînikê berfeke zêde dibare û hatin û çûna Qers-Erdexanê jî bi zehmetî dibe.