17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armîta Bauer veguhestin nexweşxaneyê

Desthilata Îranê Armîta Bauer ji ber rewşa wê ya tundiristî xirab bû, ew veguhest nexweşxaneyê. Amrîta ji bo başkirina şertên girtîgehê û ji bo mafên xwe yên qanûnî beriya 16 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Xwendekara Beşa Biyolojiya şaneyên Molekular Armîta Bauer ku li Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê girtî bû rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, Armîta Bauer a ku 16 roj berê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û pêkanîna mafên xwe yên qanûnî dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xera bû, di 19’ê Mijdarê de sewqî nexweşxaneya Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat kirin.

Hate diyarkirin ku Armîta Bauer piştî ku rayedarên girtîgehê soz dan ku rewşa wê ya hiqûqî û şert û mercên girtîgehê bên lêkolînkirin dawî li greva birçîbûna xwe anî.

Armîta Bauer di 9’ê Cotmehê de ji ber serhildana gel a ku li Îranê û Rojhîlatê destpê kiribû, li ber Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê hatibû girtin. Armîta Bauer ku di 8’ê kanûnê de bi kefaletê ji Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê bi awayekî demkî hate berdan, di 21’ê Îlonê de careke din hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê.