4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê jî dawî li erka Mihemed Helbûsî anî

Parlamentoya Iraqê li ser biryara Dadgeha Federal a der barê gendeliya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî rawestiya û dawî li endamtiya wî ya parlamentoyê anî.

Dadgeha Federal ya Iraqê di 14’ê Mijdarê de li ser giliyê 2 parlamenteran, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji ber gendeliyê ji erka wî dûr xistibû.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de bi awayekî fermî Helbûsî ji endamtiya parlamentoyê derxist.

Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand û diyar kir: “Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê bi tometa sextekariyê Mihemed Helbûsî ji kar dûr xist, parlamentoya Iraqê li ser bingeha biryara Dadgeha Federal bi awayekî fermî dawî li endamtiya Helbûsî anî.”