3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari: Em ê wezareta jinan ava bikin

Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê li dijî tundî, xizanî û her cureyên êrişên ser jinan wezareta jinan ava bikin û wê têkoşîna jinan a li dijî qeyûman bidome.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma jinan a partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Xwişkên Mîrabel û ev tişt gotin:

“Xişkên Mîrabal û rêhevalên wê li dijî dîktotoriya Komara Domînîkê têkoşiyan û bandor li tevahiya welêt kir. Em hemû baş dizanin ku emrê perperoka kurt e lê bi rengîn e. Dema perperok difirin gelek zindiyan dixin nava tevgerê. Dîktadoriya faşîst tehemûlê wan perperokan nekir û bi îşkenceyên ew qetil kirin.

Carek din em 25’ê Mijdarê di nava tundiya mêr û tehekûmê de pêşwazî dikin. Îktîdara 21 salan a AKP’ê dixwaze di sedsala 21’an de jinan hepsî malê bike. Tenê di nava 2 salên dawiyê de hezar 79 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Her roj jinek tê qetilkirin. Ev jin bi awayeke tesadufî jiyana xwe ji dest nadin. Jin ji ber hişmendiya serdestiya mêr tên qetilkirin. Ji ber siyaseta dijminatiyê ya îktîdarê tên qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tên qetilkirin. Jin dibêjin ‘Ewlehiya jiyana min nîne, mêr, hevjîn, bav, bira û hezkiriyên min gefan li min dixwin.’ Lê belê dewlet jî parastina wan jinan nake. Ji ber ku dewlet naparêze jin tên qetilkirin. Kujer piştî 3 û 5 sal şûnde ji girtîgehê derdikevin û careke din jinan qetil dikin. Ji bo mafê xwe em her tim têkoşiyan û em ê têbikoşin jî. Em careke din diqêrîn ‘Jin jiyan azadî’, ‘Mara haye hirriye’ em ê li kolanan biqêrin.

Em ê wezareta jinan ava bikin

Li meclisê civînên bûdçeyê didomin. Li vî welatî her ku diçe jin xizantir dibin. Ji sedî 99 sermayê ji hêla mêran ve tê birêvebirin. Jin di karê herî xirab de, bi heqdesteke kêm û bêewle dixebitin. Di dema pandemiyê de bêtir kar û barê jinan giran bû. Di dema erdhejê de di kon û konteyniran de bêtir barê jinan giran bû. Li vir dîsa avakirina jiyanê ji jinan re ma. Rastiya jiyanê ew e û niha di meclisê de bûdçe tê nirxandin. Di vê bûdçeyê de navê jinan, astengdaran nîne. Gelo di bûdçeyê de çi heye? Di bûdçeyê de sermaye, piştevaniya alîgiran, gendelî heye. Lê divê bê zanîn em ê Wezareta Jinan ava bikin û bûdçeya Wezareta Jinan jî cuda binirxînin.

Îktîdarê pir xirabî kir û Peymana Stenbolê careke din betal kirin. Niha jî çavberdane qanûna 6282’yan û nefeqeyê. Hewl didin ku jinan hefsî malê bikin. Em ê li dijî zîhniyeta tarî û kesên ku xwedî li vî zîhniyetê ne bi hev re têbikoşin.

Banga li jinan

Ez bang li jinên ku qet deng nedane HEDEP’ê dikim. Her kes di cil û bergan de azad e û kesek bila vî tiştî neke amûra siyasetê. Şekl û şemala jiyanê û cil û bergan AKP û HUDA-PAR nikarin hilbijêrin. Em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî vê yekê derkevin. Ji bo azadiya jinan divê em bi civin û têkoşîna xwe mezin bikin, dest bidin destê hevdû li dijî îktîdarê.

Me bi dehan caran li ser vê kursiyê anî ziman. Divê jin bêtir biaxivin. Di siyasetê de rola xwe bilîzin. Îktîdar îro çavberdaye tevgera jinên kurd, tevgera jinên tirk, siyasetmedarên jin ên HEDEP’ê, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev. Mêr dibêjin em ê siyasetê bikin û hewl didin ku mudaxaleyî me bikin. Hewcedariya me bi pergaleke demokratîk heye.

Jin bedela şer didin

Em li ser erdnegariyeke wisa dijîn ku her tim şerek heye. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd 40 sal in didome. Kurd dema behsa çareseriyê dikin, îktîdar jî dibêje şer, pevçûn, tecrîd û asîmîlasyon. Niha Îsraîl heman tiştî li hemberî gelê Filistînê dike. Şer têkçûn e, êş e, xwîn e û barandina rondikan e. Vê tiştî herî zêde jin baş dizanin. Bedela herî mezin jin didin. Li Enqereyê zarokeke êzidî hat firotin û em bûn şahîd. Jinên ku ji neçariyê koçber dibin rewşa wan li holê ye. Jinên ku dikevin destê DAIŞ’ê û di sedsala 21’an de li bazaran tên firotin. Ji bo fîdyeyê jin tên bikaranîn. Bi kargoyan cenazeyên zarokên kurdan tên şandin û goristan tên texribkirin.

Ûgûr Kaymaz

Îro salvegera qetilkirina Ugur Kaymez e ku gora wî hatibû texrîbkirin. Ligel her tiştî dayikên kurd dibêjin êşa me mezin e û ji bo gelê kurd bedel tên dayîn. Ji bo aştiyeke bi rûmet dê têkoşîna me bidome. Ligel êşa ku jiyane dayikên kurd hêj jî dibêjin aştî. Ji bo gelê kurd, ereb, çerkes û tirk wezîfeya jinan qêrina azadiyê ya bi hev re û têkoşîn e. Em tu carî paşve gav navêjin.

Hesabpirsîna ji qeyûm

Em ji qeyûman re dibêjin li nelirêtiyên ku hûn dikin binêrin, li bêhurmetiya xwe binêrin. Bertîl gelek zêde ye. Divê em van hemûyan pir baş ji civakê re vebêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka heta niha me li şaredariyên xwe çi kiriye û qeyûm tê çi wateyê. Desthilatdarên sextekar, hûn nikarin şaredariyên ku malên gelê me ne desteser bikin. Em ê jin di van hilbijartinên herêmî de ji zîhniyeta qeyûm û talanker hesab bipirsin. Tişta ku ya me ye teqez em ê paşde bistînin. Em ê şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin û tiştên ku wan hewl dan hilweşînin ji nû ve ava bikin. Em ê teqez zîhniyeta mêtingeriyê ji holê rakin. Em ê careke din nîşanî Tirkiye û hemû cîhanê bidin ku rêveberiyên herêmî dê di destê jinê de çawa bin. Ji bo vê jî di van hilbijartinên herêmî de erkek mezin dikeve ser milên me. Divê em bi biryardariyeke mezin xwe amade bikin. Bi taybetî ez xîtabî dayikên me dikim. Ez ji we daxwaz dikim ku her yek ji we li taxa xwe bixebitin. Em yek bi yek herin cîranên xwe.  Derngê xwe dabin kê bila bidin divê teqez em li deriyê wan bixin û her tiştî yek bi yek ji wan re bibêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka çawa şaredariyên me ji destê me girtine.

Qeyûm, walî û kesên tayînkirî yên AKP’ê nikarin şaredariyên me birêve bibin. Dibe ku AKP û hevkarên wê û bi taybetî jî hevkarê wê yê li Kurdistanê girîngiyê nedin vê û nebînin. Heke bidîta qeyûm tayîn nedikirin, şirîkê AKP’ê yê Kurdistanê dilxweş nedibû ku qeyûm hatine tayînkirin. Kurd gelê qedîm û welatiyên resen ên vî welatî ne. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi şev û roj bixebitin bila gumana kesî nebe.

Têkoşîna destkeftiyan

Ji bo destkeftiyên îro me bedelên mezin dan. Me tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedaye û em ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Berovajî vê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên nû li destkeftiyên xwe zêde bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşma ‘Em serî natewînin, em li her derê ne’ li her derê Tirkiye û Kurdistanê bi jinan re bin. Em ê bi ruhê azadiyê yê tifaqa herî mezin a jinan li hemberî tifaqa mêr a ku vîna me nas nake û dixwaze me di malê de heps bike bersivê bidin.”