19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Rojnamegerên li pey heqîqetê ne dibin hedefa êrîşan

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî 10’ê çile roja Rojnamegerên dixebitin daxuyanî da û got: “Li Tirkiyeyê rojnamegerên li pey heqîqetê ne, dibin hedefa êrîşan.” MGK’ê jî daxuyanî da û anî ziman ku ew bi hevalên xwe yên ‘naxebitin’ re ne.  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi minasebeta 10’ê Çile Roja Rojnamegerên dixebitin daxuyaniyek nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku 10’ê Çile li Tirkiyeyê ji sala 1961’ê heta niha, piştî zagona hejmar 212’an ku hin maf û ewlehiya rojnamegeran mîsoger dike, ket meriyete; wekî Roja Rojnamegerên Xebatkar tê qebûlkirin. DFG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku li Tirkiyeyê bi rastî jî rojnameger dikarin bixebitin? Divê ev mijar lêpirsîna wê bê kirin û wiha got: “Li tevahiya cîhanê rojnameger bi pirsgirêkên cûda re têdikoşin. Hêj di şeran de bi dehan rojnameger dibin xurbana şer. Li Tirkiyeyê jî azadiya çapemeniyê di dîrokê de her tim bû pirsgirêk û heta îro hat. Ji serdema Osmanî heta avakirina Komarê, ji îqtîdara Partiya Demokratîk, pêvajoya  darbeyan, heta salên 90’î û herî dawî jî heta rejîma AKP’ê rojnameger bi rejîma tundirav re rû bir û man. Di mijara azadiya çapemeniyê de, pirsgirêkên îro jî ji pirsgirêkên sedsalên borî ne cudatir in. Heta niha pirsgirêk ji yên sed salên borî dijwartir bûne.”

DFG’e di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku her çend 10’ê çile ji bo rojnamegeran rojek girîng be jî mixabin rastiya ‘rojnamegeriyek hatiye hepiskirin’ hê jî bi awayekî dilsoj li pêş me ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber wê yekê ye ku pîrozkirina wê xwe ji awayê şeklî xelas nake. Bi kurtasî ji bo 10’ê çile, em bibêjin roja “Rojnamegerên naxebitin” em wê zêde mezin nakin. Çapemeniya azad û rojnamegerên kurd ku li dijî zext û bêhiqûqiyên li ser azadiya çapemeniyê ya li welat dengê xwe bilind kirin û rêveçûna heyî qebûl nekirin, di salên 90’î de wekî nefesekê derket holê. Lê bi zext û qetilkirinan hewl dan vê nefesê tune bikin. Bi dehan hevalên me yên rojnameger şehîd bûn. Avahiyên rojnameyên me bombe kirin. Buroyên me yên rojnameyan hatin girtin. Rojnamegerên bi rûmet, hatin darizandin, girtin û hatin sirgûnkirin. Li gel vê yekê jî mirov dîsa dikare qala çapemeniya azad ku berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dike, bike.”

DFG’ê da zanîn ku di serdema 22 salên dawî de, bi taybetî di 10 salên dawî de li holê ye ku îktîdara AKP’ê çapemenî anîye çi halî û wiha berdewam kir: “Îro ji xeynî rojnamegerên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên û rojnamegerên ku pênûsa xwe nafiroşin, saziyên din ên çapemeniyê û xebatkarên wan, hema bêje, nikarin bêyî fermana dewletê tev bigerin û nikarin serbixwe bixebitin. Rojnamegerên ku bi rûmeta xwe têdikoşin jî, ji bo azadiyê canê xwe didin û dest ji rastî û heqîqetê bernadin. Bêguman dema rewş wisa be, raste rast dibin hedefa êrîşan. Li qadê dema nûçe dişopînin, gelek astengiyan derdixin pêşiwa wan. Pergala ku zextan pêş dixe, rojnamegerên ku nikare wan li qadê asteng bike, vê carê bi rêya darazê wan asteng dike. Saziyên darazê jî bi temamî li dijî hiqûqê biryaran didin û hiqûqê qetil dikin. Wekî ku dema em li binpêkirinên mafan ên di sala 2023’an de dinerin, em dibînin ku darizandinên rojnamegeran derketine asta herî jor. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê rojnamegerî çiqas zor e.”

DFG’ê bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê û wiha pêde çû: “Wezîrê Dadê li çavê mirovan dinere û dibêje ‘Rojnamegerên girtî tune ne’. Lê daneyên rojnamegerên girtî li pêş çavan in. Hê jî zêdeyî 50 rojnamegerên girtî hene. Yek ji vana jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dicle Muftuoglu ye. Ji xeynî vê yekê jî çend roj berê hevalên me yên rojnameger hatin berdan. Di navbera salên 2022-23’an de bi dehan rojnameger hatin girtin û hatin berdan. Hê jî gelek rojnamegerên hatin girtin hene.

Rojnamegerên ceza xwarine hene. Di rojên dawî yên salê de jî rojnameger hatin girtin. Furkan Karabay hêj nû hat berdan. Îro ku ji bo rojnamegeran rojek taybet e, 6 hevalên me yên rojnamegerên jin dê derkevin pêşberî dadgehê.”

DFG’ê herî dawî bibîr xist ku rojnamegerên ku ji bo hevalên xwe yên girtî dengê xwe bilind kirin; lêdan xwarin, hatin binçavkirin û der barê wan de doz vebû û wiha bi dawi kir: “Ji ber van rastiyên heyî, em dibêjin em “Bi rastiya îqtîdara ku rojnamegeriyê qetil dike” re rû bi rû ne. Li ruxmê van hemû rastiyan, dîsa em 10’ê çile Roja Rojnameger ên xebatkar li hemû rojnamegerên bi rûmet pîroz dikin. Bi şiara ‘Çapemeniya azad, civaka azad’ em bi mezinkirina piştevaniyê dikarin bêtir vê zordarî û zilmê têk bibin.”

MKG: Em bi hempîşeyên xwe yên ‘naxebitin’ re ne

MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zext li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê heye. MKG’ê bi domdarî wiha got: “Ji ber van zextan, rojnameger di serî de jin û zarok û xweza bi tevahî hewl didin dengê her aliyên civakê bidin bihîstin. Her roj girtin û binçavkirina rojnamegeran zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamegeran tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnameger tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamegerên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin. Yek ji rojnamegera têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG’ê amade kir Dîcle 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnameger di girtîgehê de ne.

Îro ji bo jinên rojnameger ‘nexebitin’ her cure zext û êriş li wan tên kirin. Em wekî MKG’ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên ‘nikarin bixebitin’ di nava piştevaniyê de bin.”