6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên Misir û Filistînê bi şahê Urdunê re dicivin

Şahê Urdunê Ebdulllah El Sanî û serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokê Filistînê Mehmûd Ebas dicivin ji bo ku rewşa li Xezayê gotubêj bikin.

Li gor daxuyaniya Dîwanê Kiraliyeta Urdunê, şahê Urdunê Ebdulllah El Sanî, bi serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokê Filistînê Mehmûd Ebas re li bajarê Eqebê yê başûrê Urdunê dicive.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku serokên her sê dewletan dê geşedanên li Xezayê, nîqaş bikin.

Urdun hewl dide ku helwestên erebî li hember şerê li Xezayê bike yek da ku zextê bikin û agirbest li Xezayê pêk were û alîkariyên mirovî bê navber bigihîne Xezayê.

Hemwextî civînê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, serdana herêmê dike. Di serdanê de wê biçe Tirkiye, Yewnanistan, Îmarat, Qeter, Siûdiye, Xeza û Misirê.

Blinken îro bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re dicive.

Metirsiyên alozbûna rewşa li Rojhilata Navîn, piştî nakokiya li ser sînorên Lubnanê û êrişên Îsraîlê yên li Lubnan û Sûriyeyê, êrişên li dijî hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê, êrişên Hûsiyan li dijî keştiyan li Deryaya Sor, zêde dibin.