28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê banga tevlêbûna danişînê kir

DFG’ê beriya danişîna 20 rojnamevanên sibê bên darizandin daxuyanî da û xwest her kes tev li danişîna rojnamevanan bibe

Di sala 2022’yan de bi operasyona 8’ê Hezîranê bi serdegirtina malan gelek rojnameger hatin binçavkirin. 20 jê rojnameger 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnameger piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Bi çarçoveya heman dozê, piştî 13 meh derbas bû şûnde, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di rûniştina ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, 15 rojnameger hatin tehliyekirin. Rûniştina duyem a 18 rojnamegeran dê roja pêncşemê di 9’ê Mijdarê de saet di 09.00’an de bê lidarxistin.

Têkildarî rûniştina jinên rojnameger a wê sibehê bê lidarxistin Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) daxuyanî da. DFG’ê anî ziman kul i Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heta tê xwestin paşve çûye û wiha got: “Darizandina rojnamevanan jî didome. Li aliyê din di meclise de di 13’ê cotmeha 2022’an de “Zagona Sansurê” hat erêkirin. Têkildarî serlêdana betalkirina “Zagona Têkoşîna Dezenformasyonê” îro li Dadgeha Destûra Bingehin tê dîtin.”

DFG’ê anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînek li Amedê di 8’ê Hezirana 2022’an de li dijî rojnamevanan operasyanek pêk hat. 20 jê rojnamevan 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnamevan piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin. Di çarçoveya heman dozê de, piştî 13 mehan, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di danişîna ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, 15 rojnamevan hatin berdan. Duyemin danişîna dozê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.”

DFG’ê da zanîn ku Hevserokê Komeleya wan Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Rojnamevan Lezgin Akdeniz, Zeynel Abîdin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remzîye Temel, Ramazan Gecîken û Mehmet Şahin û rojnamegerên serbest dihatin darizandin Kadir Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin dê sibê ji nûve derkevin pêşberî dadgehê.  Rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe tên darizandin, bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” têne tawanbarkirin”.

DFG’ê wiha got: “Di heman demê de Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku ji dosyayek cuda tê darizandin jî dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin.  Li aliyê din di operasyona 25’ê nîsanê de ku di nav de rojnamevan jî hebûn rojnamevan Mîkaîl Barût jî hatibû girtin. Barût, sibe li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê wê derkeve pêşberî dadgehê. Sibê dîsa Rojnamevan Bariş Pehlivan ku ji ber xebatên rojnamevaniyê girtî tê darizandin dê derkeve pêşberî dadger. Der barê Pehlîvan de di sala 2020’an doz lê hatibû vekirin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Pehlivan ku cara pêncemîn tê girtin dê sibê saet 13.30’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye derkeve pêşberî dadger.”

DFG’ê bal kişand ser darizandina rojnamevan Bariş Terkoglu, Ahmet Sever, Canan Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û Mansur Çelîk jî û wiha berdewam kir: “Ev rojnamevan ê sibê di çarçoveya doza li wan hatiye vekirin derkevin pêşberî dadgehê.”

DFG’ê herî dawî bibîr xist ku li edliyeyan, dozger û dadger ji bo rojnamevanan darizînin din ava mesaiyek zêde de ne û wiha bi dawî kir: “Her roj rojnamevan tên darizandin. Doz li rojnamevanan tên vekirin. Rojnamevan di bin dorpêç û şopandina darazê de ne. Lê erk û peywira rojnamevanan ne salonên darazê ye, li qadan şopandina nûçeyan e. Divê li korîdorên darazê nûçeyên hiqûqê bişopînin. Dema ku ew bên darizandin, mixabin ew dibin mijara nûçeyan. Ev jî dibe sedem ku pergalek sosret ava bibe. Ji bo ev sosretî bi dawî bibe divê berî her tiştî rojnamegerên girtî bên berdan. Divê darizandina rojnamevanan a neheq bi dawî bibe. Ger ku rojnamevan neyên berdan û darizandina wan bi dawî nebe mirov nikare behsa darazek hiqûqî bike. Emê sibe vê dozê ji nêzîk ve bişopînin. Em ê li edliyê li tenişta hevalên xwe yên tên darizandin rawestin. Ji bo dengê me xurt û gur bê bihîstin em bang li raya giştî dikin ku rojnamevanan bi tenê nelêlin. Dîsa em bang li hemû rojnamevanan dikin ku me tenê nehêlin. Em bang li hemû saziyên eleqeder dikin ku hempişeyên me bi tenê nelêlin. Bi vê wesîleyê em dipên ku di mijara “Zagona Sansurê de Dadgeha Destdûra Bingehîn ji bo betalkirinê vîna xwe nîşan bide. Em dubare diyar dikin ku em vê zagona rojnamevanan dixe bin tundî û zorê bi tu awayî qebûl nakin.”