7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin serokê me azad bibe

Dayîkên Aştiyê ku beşdarî konferansa DBP’ê bûn diyar kirin ku tecrîd bi tu awayî nikare Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û gel ji hev qut bike û gotin: “Ew çi bikin bila bikin nikarin serokê me ji me bidin qutkirin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di yek hucreyê de li dijî tecrîd û îzolasyonê li ber xwe dide. Tevî hemû tecrîda giran bi paraznameyên xwe û fikrên xwe modela jiyanek demokratîk û azad pêşkêşî gelên cîhanê dike. Ji bo nikaribe fikrên xwe bi gel re parve bike, hikûmeta Tirkiyeyê û hêzên hegoman bi hevkariya hev tecrîdek giran li ser Ocalan disepînin. 32 meh in bi tu avayî malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê û agahiyê ji Ocalan nagirin. Li gel Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, Weysî Aktaş, Hemîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî di tecrîdek giran de tên hiştin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’î de birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi rêya telefonê axivîbû. Axaftina telefonê di nêvî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Abdûllah Ocalan û her sê girtiyên din nayên girtin.

Di 5’ê mijdarê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê konferans pêk anî. Dayikên aştiyê yên beşdarî konferansê bûn, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û her sê hevalên wî axivîn.

Dayîka bi navê Gurbet Tekîn, destnîşan kir ku dewlet ji fikr û ramanên birêz Ocalan gelek ditirse, naxwaze  malbat û perêzer pêre hevdîtinê bikin û wiha got: “Her roja ku diçe tecrîda li ser serok girantir dibe. Dixwazin bi vê tecrîdê wî bi civaka kurd bidin jibîrkirin. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan, di heman demê li ser gelê kurd e. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi vê tecrîdê gelê kurd kontrol bike. Birêz Ocalan her tim ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde armanc dike û dixwaze. Her hevdîtinek bi serok re pêk hat, pêvajoyek nû pêş ket. Astengkirina hevdîtinê ya bi birêz Ocalan re zilmeke mezin e. Divê mafê girtiyan ê hevdîtinê bi tu awayî nayê astengkirin. Pergala tirk dixwaze ku bi van astengkirinan birêz Ocalan û civaka kurd ji hev qut bike. Armanca wan a mezin ew e ku gelê kurd dest ji têkoşînê berdin.”

Têkiliyê CPT’î û tirkiyeyê

Tekîn, diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi tecrîda giran Ocalan bide ji bîrkirin û got: “Mixabin malbat û parêzer bi sedan car in serî li Serdozgeriya Girava Îmraliyê didin. Lê serlêdanên wan bê bersiv dimînin. CPT’î gelek caran hat serdana Girava Îmraliyê. Lê wan jî tu daxuyaniyek nedan. Ev tişta ku CPT’ê dike xuyaye tekiliya wê û dewleta tirk bi hev re heye. Her roj ciwanan binçav dikin û îşkenceyê li wan dikin. Ev kiryar polîtîkayên şerên teybetin. Bi tecrîdêdixwazin siyaseta kurd têk bibin.”

Divê Serok bigêje azadiya xwe

Dayîka Ayşe Hezel jî xwest ku rojek beriya rojekê tecrîd bi dawî bibe û wiha axivî: “Bila weke serokê her dewletê serokê gelê kurd jî azad bibe. Em dixwazin hevdîtina bi serok re bê kirin. Em dixwazin serok di nava me de be. Li çar arçeyên Kurdistanê herkes giradayê serokê. Tecrîda li ser serok li ser me hemûyan e. Hemû Kurdistan dibin tecrîdê de ye. Herkes dibêje em serokê xwe dixwazin. Em bi vê rakirina tecrîdê civaka kurd bêhneke mezin bistîne. Armanca me ew e ku êdî gelê kurd jî bigihîje azadî û mafên xwe yên jiyanî. Êdî em dixwazin bibin yek perçeyek û serokê me bê azadkirin.”

Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Dayîka Aştiyê Asim Yalçin jî ev tişt anî ziman: “Mixabin her roja ku diçe tecrîda li ser serokê me giran dibe. Em dixwazin CPT’î der barê serdana Girava Îmraliyê de daxuyaniyan bide. Bila her tişt bê zelelkirin. Demekî dirêj e tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Hewceye em bizanibin ka serok saxe silamete dibê ku haya me jê hebe. Ji ber ku pêdiviya me fikr û ramanên wî heye. Em dixwazin jê haydar bin. Serokê vî gelê hêviya vê geliye. Ew çi bikin bila bikin nikarin serokê me ji bidin qutkirin û jibîrkirin. Niha tişta ku li Îsarî û Filistînê tê kirin heman tişt bêhtir li rojavayê Kurdistanê jî tê kirin. Em ê serokê gelê kurd û hemû girtiyên xwe yên di zindanan de bi têkoşîna xwe azad bikin.”

Têkoşîn dê bidome

Hevseroka HDP’ê ya Şemrexê Zarîfe Delek jî ziman ku bi tenê armanca wan ew e ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, bê rakirin û wiha got: “Em dixwazin ku rojek beriya rojek serokê me ji bin tecrîda giran bê rizgarkirin. CPT’î tê serdana wî dike ew bixwe tu tiştekî çareser nakin û diçin. Tu daxuyaniyê nadin. Ji ber ku ew dewleta tirk bi hev re têkildarin. Em gelek meraqa wî dikin. Tecrîd me dixe nava gumanan. Bi vê tecrîda heyî ya li ser serokê me jiyanê jî teng dibe. Li dijî tecrîdê divê em çareseriyekê  ava bikin. Em wekî dayik dixwazin serokê me bê berdan. Du sal in kes wî nabîne. Agahî jê tune. Gelê kurd tev meraq dikin. Em ê ji bo hemû girtiyan têbikoşin.”

Delek da zanîn ku bi tecrîdê li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan qetil dikin û wiha bi dawî kir: “Her ro Mexmûrê bombe dikin. Her roj li ser zarokên me bombeyan dibarînin û qetil dikin. Dibê çareseriyeke bê avakirin. Bi tecrîdkirinê jiyan bi rê ve nayê meşandin. Em dixwazin ku êdî li welatê me jî ronahî hebe û em ji bine terîtiyê derbikevin. Çawa ku li gelek deverên cîhanê azadî û xweşî tê jiyîn bila gelê kurd jî bi azadî xweşiyê bijî.”