7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê baregeheke din li baregehên artêşa tirk zêde kir

Li ser bicihbûna hêzên PDK'ê ya li zozanên Biradostê artêşa tirk dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî kir.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji çapemeniya nêzî YNK’ê girtiye, arteşa tirk li herêma Biradostê ya Herêma Kurdistanê baregehek nû ya leşkerî ava kiriye. Bi vê baregeha nû re dewleta tirk bi qasî 10 kîlometreyan ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi helîkopteran nêzî 100 leşker li baregehê hatine bichkirin. Baregeh li qada Duriyeyê ye û bi baregehê re Duriye ji Xakurkê qut dibe û qadên Tarstan, Kem Kora, Sinîn Lolan dikevin bin kontrola dewleta tirk.

Ev baregeh piştî ku di 13’ê îlonê de bi sedan wesayitên zirxî yên PDK’ê tevî çekên giran derbasî herêma Biradostê bûn hat avakirin. PDK beriya ku derbasî vê herêmê bibe 24 saet dem dabû koçeran ku herêmê biterikînin û bi gef, zext û zorê koçer ji herêmê derxistibûn.