3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara sereke ya civîna PDK û YNK’ê boykota mamosteyan bû

Di civîna duh ya PDK û YNK’ê de mijara sereke boykota mamostayan bû. Mesrûr Barzanî ji YNK’ê re ragihand ku sedema boykotê îdareya Silêmaniye û dixwaze kabîneya wî têk bidin, YNK’ê jî gelek rexne li Mesrûr Barzanî kir.

Duh li Pîrmam ya Hewlêrê rêveberên PDK û YNK’ê di astek bilind de civiyan, tê gotin her du aliyan di civînê de hevudu rexnekirine.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê, mijara sereke ya civîna duh boykota mamostayan ya li herêma YNK’ê bû. Tê gotin Mesrûr Barzanî ji boykotê neraziye û ji YNK’ê re ragihandiye ku sedema boykotê îdareya Silêmaniyê ye û armanc jî têkdana kabîneya wî ye.

Li bermaberî vê jî YNK’ê ji Mesrûr Barzanî re gotine, azadiya fikir û raman heye, kes bi zorê û bê pere naçe ser kar û kabîneya we bûye sedema qeyrana aborî ya li herêmê.

YNK’ê ji Barzanî re gotiye; “Di asta xerckirina pere ya ji bo xizmetkirina ji bo Silêmanî, Helebce, Îdareya Raperîn û Germiyanê de, li gorî Hewlêr, Dihok û Barzan cûdahiyek mezin tê kirin.”

Tê gotin YNK’ê di civînê de ragihandiye ku ew ê ji bo dawîlêanîna boykota mamostayan bibin alîkar, lê bila ne li bendê bin ku ew ê bi gefan mamostayan bibine dibistanên wan.

Mijarek din ya civînê mûçeyê Herêma Kurdistanê bû, li gorî çavkaniyek taybet ji nav YNK’ê ku nexwest navê xwe bide ji heman çavkaniyê re got; “Armanca serdana YNK’ê ew bu ku ji PDK’ê re bêjin, paşverûtî û dîktatorî nayê qebûlkirin. Ger heya niha me ti axaftin li ser gefên wan nekiribe, wê dema bê axaftinên me hemberî wan hebin.”

Li gorî agahiyan civîn bêencam bidawî bûye, lê biryar hate dayîn ku civînek din di navbera her du aliyan de li Silêmaniyê pêk were.