3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MGK’ê banga xwedîderketina rojnamevanan kir

MKG'ê der barê danişîna doza jinên rojnameger de ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin daxuyanî

MKG’ê der barê danişîna doza jinên rojnameger de ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin daxuyanî da û got: “Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi armanca piştevaniya bi hempîşeyên me re, hemû kesî vedixwînin ber Edliyeya Amedê.”

Di operasyona 8’ê Hezîrana 2022’an de bi serdegirtina malan gelek rojnameger hatin binçavkirin. 20 jê rojnameger 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnameger piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Di çarçoveya heman dozê de, piştî 13 mehan, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di danişîna ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, 15 rojnameger hatin berdan. Danişîna duyem a rojnameger Remziye Temel, Elif Ungur, Esmer Tûnç û Neşe Toprak jî di nav de bi tevahî 18 rojnameger, dê roja pêncşemê di 9’ê Mijdarê de saet di 09.00’an de bê lidarxistin.

Têkildarî danişîna jinên rojnameger de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), daxuyaniyeke nivîskî belav kir. MKG’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser zext û zordestiyên li jinên rojnameger tên kirin û têkoşîna li dijî vê yekê. Her wiha MKG’ê banga xwedîderketina li rûniştina jinên rojnameger kir.

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li dijî êrişên îktidarê yên li ser rojnamegeran, çapemeniya azad bi zimanê xwe yê alternatîf di serî de jin û zarok tê de, bihîstina dengê civakê didomîne. Li dijî kedkarên çapemeniya azad ên di nava dorpêça darazê de şopa heqîqetê didomînin êriş zêde dibin. Her roj rojnameger tên binçavkirin, girtin û bi sedan rûpelên îddianameyan rojnameger dibin hedef.

Di sala 2022’yan de bi operasyona 8’ê Hezîranê bi serdegirtina malan gelek rojnameger hatin binçavkirin. 20 jê rojnameger 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnameger piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Bi çarçoveya heman dozê, piştî 13 meh derbas bû şûnde, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di rûniştina ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, 15 rojnameger hatin tehliyekirin. Rûniştina duyem a rojnameger Remziye Temel, Elif Ungur, Esmer Tunç û Neşe Toprak jî di nav de bi tevahî 18 rojnamegerî, wê roja pêncşemê di 9’ê Mijdarê de saet di 09.00’an de bê lidarxistin. 18 rojnamegerên wê rûniştina wan bê lidarxistin, bi daxwaza girtina di navbera 7,5 û 15 salan de tên darizandin.

Bi çarçoveya heman dozê Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS’ê Safiya Alagaş jî bi îddiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Derbarê rojnamegeran de bi sedan rûpel îddianame hatin amadekirin. Dosyaya Safiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ya 15 rojnamegeran hat cudakirin. Piştî 10 mehan bi îddianameya di bin 6 serenavan de ji 383 rûpelî pêk tê, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 7,5 salan heta 15 salan doz li Safiyeyê hat vekirin. Rûniştina ewil a Safiyeyê di 15’ê Hezîranê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Safiyeyê di vê rûniştinê de hat tehliyekirin. Duyemîn rûniştina Safiyeyê ya vê dozê wê di 9’ê Mijdarê de, saet di 09.20’î de bê lidarxistin.

Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi armanca piştevaniya bi hempîşeyên me re, hemû kesî vedixwînin ber Edliyeya Amedê. “