7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê: Bila saziyên rojnamegeriyê bêdeng nemînin

DFG'ê têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku 100 roj in agahî jê nayên girtin daxuyanî da. DFG'ê bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û 100 roj in agahî jê nayên girtin bi serenavê “Rojnameger Silêman Ehmed 100 rojin di bin zilmê de ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku PDK dev ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“Ev bû 100 roj… Sed roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed, nayên girtin. Ev sed roj in Silêman di bin zilm û zordariyê de ye. PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin. Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in.

Ligel hewldanan PDK rewşa Silêman Ehmed zelal nake

Silêman Ehmed ê ku beriya 5 salan li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûbû û edîtoriya beşa erebî ya Rojnewsê dikir, di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û malbata xwe ziyaret bike çûbû Rojava. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li Sînorê Pêşxabûrê yê di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên asayişê ve hat binçavkirin. Di derbasbûna Suleyman Ehmed a Başurê Kurdistanê de tu pirsgirêkên zagonî tine bûn. Li gel vê rewşê asayîşa PDK’ê ew binçav kir û li gor agahiyan teslîmî saziya îstîxbaratê Parastinê kir. Her çiqas bi awayekî fermî nedihat qebûlkirin ku Silêman Ehmed hatiye binçavkirin jî, piştî hewldanên parêzerên wî bi biryara dadgehê hat qebûlkirin ku Ehmed di bin çavan de ye û ji hêla Parastinê ve bi awayekî derhiquqî tê girtin. Ligel hewldanên malbat û parêzeran û bangawaziyên saziyên rojnamegeran, PDK derbarê rewşa Ehmed de tu agahiyan nade.

PDK û rêveberiya başûr sûc dikin

Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin. Ji ber ku sûcdarin jî, xwe kerr û lal dikin. Rêhevalên wî dixwazin aqubeta Silêman Ehmed hîn bibin û hewldanên wan ji bo vê yekê ye. Ji ber ku di cîhanê de yek ji xebata herî pîroz karê rojnamegeriyê ye. Li seranserê cîhanê, bi taybet jî welatên demokratîk ji bo rojnamevan bêne parastin, hewldan hene. Tenê li welatên cîhanê yê sêyemîn û totalîter rewşên bi vî rengî tên jiyîn. PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike.

Bêdeng nemînin

Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Bi vê rêbazê azadiya çapemeniyê ji holê tê rakirin. Em weke rojnamevanên vî welatî, van kiryarên faşîzan û derhiquqî qebûl nakin. Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin. PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên birûmet qût bike!”