9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana Duşema Rengîn ji weşanên Zîzê derket

Romana nû ya nivîskar Sîdar Jîr ya bi navê Duşema Rengîn ya ku çîrokeke vîn û evînê ya dema şerê giran ê Kobanê vedibêje,  ji weşanên Zîzê derket

Romana nû ya nivîskar Sîdar Jîr a bi navê Duşema Rengîn tevnsaziya xwe li ser pira zirav a di navbera “Vîn” û “Evîn”ê de dihûne. Dem, dema Şerê Kobaniyê ye û Şoreş şervanekî wî şerî ye. Esmera hezkiriya Şoreş, dide ser şopa şoreşa di xeyala xwe de û Şoreşê di dilê xwe de, berê xwe dide wî aliyê sînor.

Êdî fîncana qehweyê li ber Şoreş û Esmerê ye û ew li ber ezmûneke giran in. Loma jî Duşema Rengîn esas varyanteke modern a destana Derwêş û Edûlê ye. Lê Esmer mîna Edûlê çav li rêya Derwêş namîne; şopa Şoreş dajo, derbasî binxetê dibe, dibe şervan, ew û şoreş mil bi mil şer dikin da ku çarşemên reş veguherînin duşemên rengîn…

Tevî ku roman qala şerekî di dîroka me ya nêz de û li ber çavên me qewimî dike, Sîdar Jîr bi aramî û sekaniyeke rewşenbîrî pênûs hildaye, hemû kerb û hestiyariya xwe daniye hêlekê û  bi zimanekî henûn, bi sebreke mezin û rîtmeke rewnaq metneke têrhêmayî û têredebî pêşkeşî edebiyata Kurdî kiriye.