20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê sêyemîn danişîna doza 18 rojnamegeran pêk hat

Danişîna doza 18 rojnamegerên li Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin îro li li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Hat dîtin û doz taloqî  9 gulanê hate kirin

Danişîna sêyemîn a doza 18 rojnamegerên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdat Altan ku negirtî tê darizandin û rojnameger Elîf Ungur, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn û Rohat Bulut tev li bûn. Parêzerên rojnamegeran Resûl Temûr, Rûşen Seydaoglû û Bahar Oktay jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rojnameger jî ji bo piştevaniyê danişîn şopandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û dadgehê doz taloqî 9 gulanê kir.