19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîcab: Li Rojhilat ruhê berxwedanê di nav gel de pir xurt e

Şîrovekarê siyasî Abdullah Hîcab der barê merasîmên ku li Îranê pêk hatin wiha got: “Ew merasîmên ku ji bo Muhsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî hatin li darxistin nîşaneya şiyarbûna kurdên rojhilatê Kurdistan a ji aliyê neteweyî ve ye.”

Herî dawî çend roj berê Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî ku çalakvanên siyasî bûn bi tometa ku sixûriyê ji Îsraîl re dikin hatin darvekirin. Darvekirina 4 welatiyên kurd di nav raya giştî ya Îranê û cihanê de rastî bertekan hat.

Tevî ku cenazeyên Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî ji malbatên wan hatin veşartin jî civaka kurd bi girseyî xwedî li malbatan derket û nerazîbûnên xwe yên li hemberî rejîmê anîn ziman.

Şîrovekarê siyasî Abdullah Hîcab der barê armanca darvekira Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî û bertekên ku di nav civakê de derketin holê pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.

Yek ji welatên ku herî zêde darvekirin lê pêk tên dewleta Îranê ye? Sedema vê yekê ya sereke çiye? Tu dikarî vê mijarê bi polîtîkayên tundiyê yên dewleta Îranê re binirxînî?

Yek ji bingeha darvekirina ew e ku Rejîma Îranê dixwaze bi van darvekirina hebûna xwe biparêze û partiyên siyasî kontrol bike. Yanî em dikarin bibêjin ku darvekirin wek şerê taybet ji bo tewisandina civak û partiyên siyasî tê bikaranîn. Darvekirina mirovan ne ji xurtbûna rejîma Îranê ye ji qelsbûn û tirsa xwebirêxistinkirin û serhildana civakê pêk tê. Rejîm ditirse ku ew dijberiya ku di nav civakê de heye biteqe. Me di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de dît ku rejîma Îranê çawa ji hilweşandina pergala xwe ditirse. Darvekirinên ku pêk tên jî bi siyaseta nav civakê ve girêdayî ne. Mixabin dê van darvekirinan bi dawî jî nebin. Îxtimal heye ku di rojên pêş me de hejmara kesên tên darvekirin zêdetir bibin.

Hejmara darvekirinên ku bi hinceta hişbirê pêk tên her çiqas zêde bin jî di demên dawî de darvekirina kesên siyasî jî zêde dibe. Dewleta Îranê bi van darvekirina dixwaze peyamek çawa bide civaka Îranê?

Rejîma Îranê bi van darvekirinan dixwaze hem civakê hem jî pêşengên siyasî bitirsîne û wan ji serhildanan dûr bixe. Her wiha bi van kuştinan dixwaze bibêje ku hêz di destê min de ye. Jixwe vê rêbaza xwe ji roja ku bûye desthilatdar heta niha bikar tîne û her sal ji 200’î heta 5-6 hezar çalakvanên siyasî bidarve kirine. 30 sal berê rojane herî kêm 5-10 kesan bi dar ve dikirin. Di salên dawî de her çiqas hejmara van darvekirina kêm bûbe jî hê jî didome. Rejîma Îranê bi vê rêbazê ji civakê re dibê mafê xwe yên siyasî, neteweyî û çandî nexwazin û siyaseta rejîmê qebûl bikin. Lê civaka Îranê tevî van darvekirinan jî vê daxwaze rejîmê napejirîne û pêk nayne.

Ji bo pîvanên darvekirinê pêk werin divê kesên ku tên sûcdarkirin, kîjan sûcan qebûl bikin? Her wiha rejîma Îranê ji bo van sûcan bide qebûlkirin kîjan rêbazan bikartîne?

Dema rejîm bixwaze keseke bidarve bike dikare gelek hincetan bikar bîne. Piranî sûcên ku pêk nehatine dike stûyê kesan û biryara darvekirinê dide. Me mînaka vê yekê herî dawî di darvekirinên dawî de jî dît. Muhsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî bi hinceta ku sixûriya Îsraîlê dikin, bi dar ve kir. Û gotin ev kes li xwe mikur hatine ku sixûr in. Lê her kes dizane ku ev kes berê pêşmerge bûne û dema hatine girtin jî di destê wan de çek nînbûye. Dîsa herkes dizane ku ew neçûne dervayê welat. Lê dîsa jî ev sûc xistin stûyê wan. Li gor pîvanên rejîmê divê cezayê vî sûcê darvekirin be.

Di pratîkê de dema ku rejîm bixwaze kesan bikuje pêwistiya wê bi hincetan nîne. Jixwe me vê di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de jî dît ku çawa ji 700 kesî zêdetir kesan kuştin û bi dehan kesan bi dar ve kirin. Ew kesên ku hatin kuştin ji wan yek jî di nav şerê çekdarî de cih nedigirtin. Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku dema rejîm bixwaze kesek bikuje pêwistiya wan bi hincetek ku li gor rejîma wan derbasdar be re jî, tune. Dikare bi mijarên pir cudatir ji kuştinê re hincetek ava bike û vê hincetê bike li gor xwe.

Darvekirinên ku li Îranê pêk tên bi piranî girêdidin mijarên siyasî. Li Îranê ji bo tu bi tewana siyasî bê kuştin ne pêwiste ku tu girêdayê partî ango hêzeke siyasî bî. Heke tu dijberê rejîmê bî ango ne alîgirê rejîmê bî tu dibî siyasî û dikarî bê kuştin.

Darvekirina Yûsif Ehmedî û di nav çend rojên dawî de darvekirina Muhsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî di nav civakê de rastî bertekên bi kîjan rengî pêk hat?

Piştî darvekirina ev çar hevalan bi rastî jî bertekên ku di nav civakê de derketin li gor rêxistina kurd li gor pîvanên siyasetê serkeftineke mezin e.  Ev bertekên ku pêş ketin ji bo neteweya kurd û têkoşîna ku dide girîng e. Di van rojên dawî de bi deh hezaran kurd ji gund, bajarok, navçe û bajarên cuda hatin serdana malbatan kirin. Dikanên xwe girtin û ketin greva giştî. Meşan li darxistin û bi girseyî gorên şehîdan ziyaret kirin. Malbatên şehîdên Şoreşa Jin Jiyan Azadî gotin ev şehîdan serê me bilind kirin. Ji ber vê yekê em dibên ber bertekên ku tên nîşandan serkeftinek dîrokî ye.

Berzkirina dirûşmên Jin Jiyan Azadî û Şehîd Namirin ku dirûşmên me yên siyasî ne, geşbûna hizra siyasî radixin ber çavan. Kurdên rojhilatê Kurdistanê bi rastî jî li gor derfetên di destê wan de çi ji destê wan hat kirin û hê jî dikin. Kurdan li Rojhilat li hember tirsê serî hêldan û tirsa li hemberî rejîmê ya heyî şikandin û girêdanbûna xwe ya bi partiyên siyasî re nîşandan. Kêm car me dîtiye ku gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê bi awayeke bêtirs û serbilind dakeve qadan û sloganên siyasî bavêje.

Me bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî re dît ku di her bûyerên ku pêk tên de bi hezaran kes bi hev re tevdigerin û tevgera xwe vediguherînin şoreşê. Ev jî nîşan dide ku gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê şiyar e û ji aliyê neteweyî ve li ser lingê xwe sekinî ye. Wek netewe girêdayê hest û ramanên siyasî ye.

Tevî ku rejîma Îranê cenazeyên kesên ku bi darve kiriye neda jî gel li merasîmê li darxist? Rejîmê çima cenazeyan neda malbatan? Her wiha lidarxistina merasîmê ya gel ji aliyê civakî ve divê çawa bê nirxandin?

Ev ne cara yekemîn e ku dema rejîma Îranê kesekî dikuje cenazeyê wî direvîne û ji gel vedişêre. Me mînakên vê yekê gelek caran dît. Bi taybet jî dema tirsa rejîmê ji civakê zêdetir dibe hem cihê şehîdkirina kesan hem jî cenazeyên şehîdan vedişêre. Rejîma Îranê ji aliyeke ve ji bo tirsê li ser civakê ava bike li aliyê din jî naxweze ji bo gel cihên pîroz bên avakirin. Ji ber ku dizane heke civak zanibe li ku hatine şehîdkirin û gorên wan li ku ne dê bi wateya ku didin wan, van deveran ji xwe re bikkin ziyaretgeh. Ji ber vê yekê cenazeyên Muhsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî ji gel veşartin lê dîsa jî negihiştin armanca xwe. Ji ber ku civak bi awayeke sembolîk lê bi girseyî  merasîman li darxist. Îro nebe jî dê siberojê ev gorên şehîdên pîroz bibin ziyaretgehên gel. Rejîm bi xwe jî zane dê bi van polîtîkayên xwe bi ser nakeve lê dem dem dixwaze hem xwe hem jî civakê bixapîne.

Ew merasîmên ku ji bo Muhsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî hatin li darxistin nîşaneya şiyarbûna kurdên rojhilatê Kurdistan a ji aliyê neteweyî ve ye. Tevî ku rêxistinbûna partiyên siyasî li Îranê tên qedexe kirin jî ev merasîm asta xwerêxistinkirin û girêdanbûna civaka kurd a bi partiyê re radixe ber çavan. Ruhê berxwedanê û rêxistinê di nav gel de pir xurt e.

Rojeva rojhilatê Kurdistanê ji partiya siyasî ya kurd ku li dervayê sînorê Rojhilat xebatên xwe dimeşînin ve tê pêşxistin. Civak bi bersivdayîna bangawaziyên partiyê û xwedî derketina li dirûşmên wan dide zanîn ku ew bi partiyê ve girêdayî ne û rêya xwe ji ya rejîmê veqetandine.

Civaka Îranê bi taybet jî gelê kurd dizane û tenê ne ku dizane her wiha dibê ku ev rejîm nûnertiya gelan nake. Ev rejîm bi taybet dijminê gelê kurd e. Civaka kurd daxwaza guhertinên siyasî, civakî û neteweyî dikin û piştgirî didin xebat bi têkoşîna ku bi dehan salane ji aliyê hêzên siyasî ve tên kirin. Yasaya rejîma Îranê her çiqas vê hêzê wek îlegal bibîne jî yasaya civakê partiyê qebûl dike û li gor wê tevdigere. Jixwe wek ku min anî ziman merasîmên ku pêk hatin jî ew rewabûna partiya siyasî û meşrûbûna wê ya di nav gel de nîşan dide.