6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DGF: 79 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafê rojnamevanan û saziyên çapemeniyê ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê di rapora xwe ya vê mehê de bal kişand zêdebûna zext û êrişên li ser rojnamevanan û li dijî van zextan banga têkoşîna bi hev re kir.

Rapora DFG’ê wiha ye:

“Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle Fırat ji roja avabûn û şûn ve me bi raporên xwe yên mehane û salane, êrişên bi ser çapamenî û azadiya ramanê re hatine kirin digirin bin qeydan. Bi amadekirina kar û xebatên raporê ji hêlek ve me kiryarên pêk hatin ji bo raya giştî aşkera kir û ji hêleke din ve jî li gel sazî û xebatkarên hempîşeyên xwe em li dijî van qedexe û binpêkirinan têkoşiyan. Me bi mebesta van êrîş û binpêkirinên li dij rojnamegeran û azadiya raman pêk tên kêm bibin rapor amade kirin û hêj jî dikin. Sed mixabin di cihê kêm be de di her rapora ji nûve tê amadekirin de em neçar dibin ku van kiryarên bêyom ên zêdetir dibin di raporên nû de bi cih dikin.

Naveroka vê rapora me jî aşkera dike ku di vê meha borî de jî yek ser ji ber xebatên pîşeyî rojnameger rastî zext û êrîşan, rastî lêpirsîn, bincavkirin û girtinê hatin. Ev desthilatdariya bi gavên xwe rojnamegeriyê diqedîne, nûçeyên ne li gor xwe, nûçeyên rexne dike, binpêkirinan aşkera dike jî biryara qedexeya xwe negihiştinê datine ser wan. Di meha borî de 4 malper hatin girtin. Biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser 114 nûçeyan. 2 rojnamegerên din hatin girtin. Li Tirkiyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 79’an.

Zext zêde bûn

Binpêkirinên di nav mehê de li dijî rojnamegeran hatin kirin rast e rast di qada şopandina nûçeyan de bûn. Taybet jî di çalekiyên civakiyê yên rastî êrîşên polîsan hatin de li dijî rojnamegeran astengkirin, bikaranîna tundiyê û binçavkirin zêdetir bûn. Di kîte kîtên raporê de ev hatibin bicihkirin jî balkişandina ser çend ji wan girîng e.

*Nûçegîhanê Rojnameya BirGün İsmail Ari dema li navçeya Çekmekoy a Sitenbolê nobeta parkê dişopandin ji aliyê Alîkarê Midûrê Polîsan ê Çekmekoyê ve gef lê hat xwarin. Midurê polîsan ji bo Ari xebatên li ser xaka leşkerî pêk tên kişandin gef lê xwar û got “Tu bisekine derbarê te de gilî heye, ez ê te jî bigrim”

*Nûçegihanê Rojnameya BirGün İsmail Ari yê nûçeya qirkirina darên Qişleyan Çekmekoyê kir nûçe û dixwestin li pêşiya heman Qişleyê daxuyaniya Alîkarê Serokê Berpirsê Giştiyê Parastina Mafê Xweza û Hawirdorê yê CHP’ê Ali Oztunç bişopîne rastî êrişa 15-20 kesên badîgartên taybet hat.

*Rojnamegerên xwestin mudaxeleya polîsan ya li dijî meşa ciwanên ku piştî mitînga herêmê ya HDP’ê li Qada İstasyona Amedê pêk hat bikşînin rastî lêdana polîsan hatin.

Ji ber ku siyaseta necezakirinê di meriyetê de ye her diçe dereceya van êrişan jî zêde dibe. Radeya êrişan li Wanê derket asta gefxwarina kuştinê ya li dij rojnamegeran.

Di roja aştiyê de tundî li rojnamegeran kirin

Di 1’ê Îlonê de li Wanê girseya gel piştî destpêkirnia mitînga Roja Aştiya Cîhanê û şûnve   polis li gel girseya gel rojnamegeran jî kir hedef û êriş bir ser wan. Polîs kişandina meşê asteng kir, nûçegihanek da ber derban û kamereyê şikand. Polîs bi vê êrişê jî têr nebû, di kêliyên rojnamegerên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê ku endamên komaleya me ne jî karên xwe yên pîşeyî dikirin gef li wan xwar û got “ez ê te bikujim û dê kes te nebine.” Polîs radeya gefxwarinê asteke din jî rakir û çek li rojnamegeran kişand. Bi vê kiryara xwe nişan dan ku gefa wî ne tenê gotine, aliyê xwe yê kuştina raste rast nişan da.

Rojnaemger hedef tên girtin

Ji bo ku rayagiştî rast agahdar dikin rojnameger hedef tên girtin û bi kuştinê tên tehdîtkirin bi tu rengî ya qebûlkirinê nîn e. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê bang li derdorên berpirs dikin û dibêjin: “Derbarê xwediyê van kiryarên gefan û zextan de demildest lêpirsînên edlî û îdarî bê vekirin.

 Banga Têkoşîna bi hev re

Heta ku li dij rojnameger û rojnamegiriyê êriş û binpêkirin bi dawî nebin, heta ku hemû hevpîşeyên me serbest neyên berdan emê têkoşîna xwe ya li ser mijarê bê navber gurtir bikin. Banga me ji bo hemû rojnameger û saziyên rojnamegeriyê jî ew e ku ji bo ji vê rewşê re bêjin na werin em mil bi mil li gel hev li dijî vê têbikoşin.”