spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna Mehmet Sîncar dewam dike

Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Sîncar, dema ku çû cihê kuştina endamên Meclisa Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç ji bo lêkolînan bike, tevî rêveberê Rêxistina Êlihê Metîn Ozdemîr di 4’ê îlona 1993’an de bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin. Sîncar di salvegera kuştina xwe ya 29’an de li ser gora xwe ya li Goristana Şehîdan a Taxa Firat a navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altûndag, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endamên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar axivî. Sîncar, diyar kir ku yekane sûcê Sîncar nasnameya wî ya kurd bû û got: “Mehmet Sîncar kurd bû, mirovekî bi rûmet bû. Soz da û berdêla vê jî da. Hevalên wî beriya 29 salan soz dan wî û ji hingî ve siyaseta kurd xwedî li Mehmet derket. Ew nemiriye di dilê me de dijî.”

‘Em xwedî li têkoşîna wî derbikevin’

Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Yîgît ku dema Mehmet Sîncar hat kuştin pê re bû wiha axivî: “Îro rojeke reş e. Hêzên tarî li Êlihê li ser kar bûn û Mehmet Sîncar ê ji bo mirovahiyê, demokrasî û azadiyê têdikoşiya di hedefa wan de bû. Ji bo dawî li kuştina mirovan bê anîn em li wir bûn. Ji hingî ve kujer aşkera nebûne. Ji xwe bendewariyeke me jî bi vî rengî tune bû. Bila hevrê Mehmet xweş razê, em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

Kurd tawîz nadin

Ahmet Turk jî bi bîr xist ku bi ser kuştina Sîncar re 29 sal derbas bûne û got: “Têkoşîna Mehmet Sîncar dewam dike. Ji bo azadiya gelê kurd bi canê xwe berdêleke mezin da. 29 sal derbas bûn, me got ku gelê kurd wê di demeke nêz de bigihêje azadiya xwe. Êrîşên li ser kurdan hîn jî dewam dikin. Dewlet ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan êrîşan didomîne. Vî gelî ji bo azadî û paşerojê tu carî tawîz neda. Gelê kurd berdêlên mezin ên hatin dayin tu carî ji bîr nekir, wê ji bîr neke û têkoşînê bidomîne.”

‘Em kujeran nas dikin’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, da zanîn ku Sîncar ji aliyê hêzên diyar ve hat kuştin û wiha got: “Em kujerên Mehmet Sîncar nas dikin. Em zanin kê fermana kuştina Mehmet Sîncar da û kê ew kuşt. Lê belê tevî ku di ser re 29 sal derbas bûne jî hîn di doza Mehmet Sîncar de kesek nehatiye girtin. Ev yek sîstema hiqûqê û edaleta li Tirkiyeyê careke din radixe pêş çavan. Divê di vê dozê de Mehmet Agar weke bersûc were darizandin, diviya bû îtîrafkar hebûna, nayê qebûlkirin ku yek ji wan niha ne di girtîgehê de be û ne jî bên girtin.

Ne tenê di qetilkirina Mehmet Sîncar de, li Tirkiyeyê bi hezaran kesên navên wan di cînayetên kiryarên nediyar de derbas dibin, nayên darizandin û girtin. Berovajiyê wê tên parastin û xelatkirin.”

Tiştek negûheriye

Bûldan, anî ziman ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: “Tirkiye di salên 1990’î de çawa bû, di salên 2020’î de jî bi heman rengî ye. Qet pêşketin nîne, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê wijdanî, hiqûqî û siyasî ve pêşketinek li Tirkiyeyê nîne. Di salên 90’î de kurd di nava kolanan de dihatin kuştin, yan jî li girtîgehan bi îşkenceyê dihatin qetilkirin, çixare li ser bedena wan dihate vemirandin û dihatin kuştin. Îro jî hestiyên kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin. Hestiyên kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin. Ya ku li kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike.

Hewldana serî tewandinê ji wan re bû ders

Ew difikirin ku heke vê bikin wê kurd serî bitewînin, çokê deynin. Me gelek kuştin dîtin, gelek caran îşkence li me hate kirin, em hatin kuştin, lê belê me tu carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin. Kiryara ku doh li hemberî wekîla me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990’î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in. Hewldana serî tewandina parlamentera me Guzelê ji wan re bû derseke baş.

Semra Guzel serî netewand

Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêya Mehmet Sîncar e, hevrêya bi hezaran hevalên me ye ku mîna Mehmet Sîncar hatin qetilkirin e. Em careke din soz didin gelê xwe, gelê kurd, Mehmet Sîncar û hevalên wî; bila dilê we rehet be. Em dersê ji we werdigirin û bi vî rengî hatine vê astê. Bi saya we em siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber wê yekê em ê tu car serî netewînin û çok nedeynin. Ez careke din hevrêyê me Mehmet Sîncar bi rêzdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim.”

Bîranîn piştî ku girseyê qûrnefîl danîn ser gora Sîncar bi dawî bû.