4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Holê operasyona li dijî faşîzma AKP-MHP’ê

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê zêdetirî hefteyeke li Wargeha Holê li hemberî DAIŞ’ê operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” didomîne. Heta niha li nîviya wargehê lêgerîn hatiye temamkirin. Di encama lêgerînê de heta niha 125 endamên DAIŞ’ê hatine girtin. Bi dehan çadirên aîdî endamên DAIŞ’ê hatin hilweşandin. Di van çadiran de hejmarek mezin a teqemenî û çekan hatin desteserkirin.

Wargeh ji bo Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê talûkeyek mezin e. Wekî çavkaniyek şidetê û talûkeyê difûriya. Wekî ji navê operasyonê jî tê famkirin du lingên operasyonê hene. Lingê yekemîn ê “Mirovîn” e. Ji ber ku di nav salekê de 14 jin 44 kes li wargehê hatin qetilkirin. Piraniya van qetilkirinan ji hêla DAIŞ’ê ve tên kirin. Hewl dide li wargehê bîdroziya xwe ya paşverû û dermirovî li ser kesan ferz bike. Li gorî hişmendiya xwe teşe bike. Kesên derdikevin derveyî vê hişmendiya paşverû jî di bin navê “cezakirinê” de qetil dike.

Mirovî û ewlehî

Aliyê operasyonê yê mirovîn hewl dide ku mafê jiyanê yê van kesan biparêze. Bariyerekê li pêşiya şideta DAIŞ’ê deyne. Zarokên ku bi feraseta kor heta dawiya temenê wan dê jiyana li wan tarî bikira, rizgar dike. Jinên rojane şidetê dibînin ji vê hovitiyê xilas bike. Ji bo vî aliyê operasyonê yê mirovîn gelek girîng e. Ji ber ku berî her tiştî parastina canê her kesekî/e welatiyê Rêveberiya Xweser a Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wezîfeya sereke û bingehîn a Hêzên Asayîşê ye.

Lingê din ê operasyonê jî “Ewlehî” ye. Ev ling jî bi qasî yê din heta zêdetir girîng e. Ji ber ku Wargeha Holê wargehek ji rêzê nîne. Her çiqas nav wargeh be jî di rastiya xwe de bajarek e. 54 hezar mirov lê dijîn. Bi hatin û çûyînê ev hejmar zêdetir dibe. Bi vê boneyê venêrandina wargehê jî zehmet dibe. Kesên li wargehê dimînin jî kesên ji rêzê nînin. Hema bêje tevahiya wan malbatên DAIŞ’iyan e. Beşek girîng a ji wan hêj girêdayî hişmendiya DAIŞ’ê ne.

Têkiliya van kesan li ser malbat û xizmên xwe Sûriye bigire heta Iraq, Urdin, Libnan û Tirkiyeyê hene. Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk navenda çeteyan rizgar kir û bi tevahî têk birin, li welatên navborî belav bûn. Beşek wan bûn amûrên lîstikê yên van dewletan. Bi nasname, paseport û belgeyên cuda hatin veşartin. Niha ji bo armanc û planên xwe bi kar tînin. Hem ji hundir ango ji malbatên xwe piştgirî digirin û hem jî ji derve ji dewlet û îstîxbaratan lojîstîk û piştgiriyê digirin.

Hatin bêbandorkirin

Bi vê boneyê dikevin wargehê cardin hewl didin di nav girseya heyî de xwe bi rêxistin bikin. Li vir hem endamên nû peyda dikin û hem jî amadekariya êrîş, sûîqast û şîdetê dikin. Herî dawî di mehên borî de êrîşî Gîrtîgeha Hesekê kirin û bûn sedema şehadeta gelek welatiyan. Xwestin bi vê êrîşê komkujiyan pêk bînin û kaosê derbixin. Di encama xebatên Hêzên Asayîş û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ev êrîş hatin bêbandorkirin û hêzên li pişt wan jî hatin derxistin. Di encama lêkolînan de derket holê ku ev êrîş li wargehên MÎT’a tirk hatine xêzkirin, bi piştgiriya wan a lojîstik û leşkerî hatine îcrakirin.

Aliyê lingê “Ewlehiyê” yê operasyonê ji her tiştî girîngtir dike jî ev plan û armancên dewleta tirk û rêxistina wê ya îstîxbaratê ye. Têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê ji ber ku deşîfre bûye, pêwistî nîne em zêde tiştek li ser bêjin. Hemû dinya dizane û qebûl dike ku çeteyên DAIŞ’ê ji hêla dewleta tirk ve tên organîzekirin, perwerdekirin û xwedîkirin. Tekane armanc jî ew e ku li hemberî gelê kurd û gelên din wekî çekekê bi kar bîne. Benê van çeteyên tecawîzkar di destê dewleta tirk de ye. Rêbazên wê yên tecawîzkar jî rêbazên MÎT’a tirk in.

Destpêkê tespît kirine

Ji bo wê operasyona Hêzên Asayîşê di bingeha xwe de operasyonek li hemberî MÎT’a tirk bû. Her çiqas li wargehê operasyon çendeke bidome jî di bingeha xwe de operasyonek demdirêjtir e. Lingên wê yên bi mehan berî niha hatine destpêkirin. Berî operasyonê torên ajan û sîxûran ên MÎT’a tirk hatine tespîtkirin û girtin. Di encama lêpirsîna van de plan, dek û dolabên faşîzma AKP-MHP’ê hatin deşîfrekirin.

Li gorî encamên derketîn holê faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xitimîn û têkçûna xwe ya hundirîn derbas bike, li dû planên nû ye. Stratejiya wê ew e ku êrîşî kurdan bike û li ser vê yekê faşîzmê kûr û bilind bike. Bi vî awayî hem dixwaze darbe li statuya kurdan bide û hem jî di hundir de hilbijartinê bi dest bixe. Li Bakûr û Başûr demek dirêj e hemû tiştê ji dest wê tê dike. Lê encama dixwaze nikare bi dest bixe. Bi vê boneyê dixwaze êrîşên li ser Rojava zêde bike.

Di vê noqteyê de Wargeha Holê û çeteyên girêdayî wê yên li wargehê dijîn, dikevin dewrê. Dewleta tirk li ser wargehê dixwaze bi destê çeteyên xwe êrîşên nû pêk bîne û kaosê derxe. Di encama vê kaosê de jî êrîşên dagirkeriyê pêk bîne. Lê hesaba li malê gelek caran li bazarê nayê. HSD’ê bi xebatek berfireh torên sîxûr, hevkar û xayînan tespît kirin û bi operasyonên serkeftî hilweşandin. Çavên MÎT’a tirk kor û guhên wê ker kirin. Planên wê deşîfre kirin û ketin nav tevgerê.

Operasyona holê di encama xebatek wiha berfireh û bi sebir de pêk hat. Heta niha 125 çeteyên girêdayî dewleta tirk hatin girtin. Ên mayîn jî dê bên berterafkirin. Bi operasyonê jiyana kesên wargehê di astake jor de ji bin şideta DAIŞ’ê hat derxistin. Her wiha di aliyê parastina Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gavek girîng û dîrokî hate avêtin. Serweriya asayîşê ya li wargehê di astek jor de niha tê vesazkirin.

Hêzên Asayîşê, Rêveberiya Xweser û HSD’ê ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, di heman demê de li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên dijberî gelê kurd, operasyonek girîng meşandin. Çeteyên faşîzmê hêviyên mezin li ser kirîn, deşîfre kirin û girtin. Amadekariyên ji bo kaosê hatine kirin, vala hatin derxistin. Li Holê lîstikên AKP-MHP’ê hatin wêrankirin. Hêviyên faşîzmê yên dawî jî darbeyek mezin xwarin. Rêveberiya Xweser bi operasyonekê sê çûk raxistin erdê.

Plana faşîzmê hate fetisandin

Hem canê kesên li wargehê ku parastina wan wezîfeya Rêveberiya Xweser e, hate parastin. Hem çavkaniyek dewleta tirk ji bo planên xwe yên êrîşê bi kar tîne hate hilweşandin û hem jî lîstikek faşîzma AKP-MHP’ê berî hilbijartinan bi kar bîne û li ser vê yekê emrê xwe dirêj bike, hêj di destpêkê de hate fetisandîn. Li ser vê operasyona pir armancî û serkeftî lijneyên siyasî yên DYA û welatên Ewropaya jî serdana Rêveberiya Xweser û hêzên operasyonê dimeşînin kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Ango encamên operasyona serkeftî bi her alî ve bandora xwe nîşan da û dê bide.

Dest û dilên hemû hêzên ev operasyona serkeftî plan kirin û bi serkeftî meşandin  xweş be û ramana wan vekirî be.