17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 14’ê Gulanê de serkeftina ya kurdan û dostên wan e

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê kurd ku bi salane li ber xwe dide wê di 14’ê Gulanê de bi ezametî bi ser bikevin û got: “Serkeftin a kurdan û dostên gelê kurd e.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê li dar xist. Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Bi berzkirina dirûşma “Bimre îxanet” bal kişandin ser tiştên ku hatine serê endamê HPG’ê  Harûn Elbak (Selîm Adiyaman) ku li navçeya Hezexa Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hat girtin û radestî leşkeran hat kirin.

Parlamenter Ayşe Surucu axivî û da zanîn ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û ew bi hilbijartinek girîng re rûbirû ne û dê rejîma yekperest hilweşînin.

‘Em ê di 14’ê Gulanê de bi ser bikevin’

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê kurd li ber xwe da, dide û bedelên mezin dan û wê gelê kurd bi serkeftinek ezamet di 14’ê Gulanê de bi ser bikeve. Bayindir destnîşan kir ku hilbijartina ku dê bê kirin hilbijartineke gelekî stratejîk e û got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çep a Kesk jî di nav de ye, hatiye avakirin. Dîsa di pêşengiya têkoşîna kurdan de tifaqa Kurdistanî pêk hat. Bi van tifaqan li dijî zilma AKP-MHP’ê rêya sêyemîn ava dibe. Tifaqa Kurdistanî dê di 14’ê Gulanê de binesaziya siyaseta Tirkiyê pêk bîne.”

‘Pirsa kurd bi şer nayê çarserkirin’

Bayindir anî ziman ku pirsgirêka kurd bi şer û neyartiyê nayê çareserkirin û got: “Heke ev şer û neyartî bidome, wê krîz hin bêtir kûr bibin. Çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Muxatabê vê yekê jî birêz Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd rêyên vê çareseriyê dibêje û pêşengiyê dike.”

‘Serkeftin wê ya kurdan be’

Bayindir da zanîn ku kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn aktorên sereke ne û wiha axivî: “Em ê vê têkoşînê hîn mezintir bikin. Siyaseta me roj bi roj li pêş dikeve. Em ê di 14’ê Gulanê de bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em bi vê bawerî û girêdanê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em li gorî wê bixebitin. Serkeftin a kurdan û dostên kurdan e.”

Di kongreyê hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Vahît Akgul û Hamîde Goktaş ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Rihayê hatin bijartin.